Li Amedê hiqûqnasan jî li hemberî xespkirina şaredariyan çalakî li dar xistin

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê li Amedê bi daxuyaniyekê xespkirina şaredariyên Amedê protesto kirin.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê li Amedê bi daxuyaniyekê xespkirina şaredariyên Amedê protesto kirin. Parlementerên HDP’ê jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin û bal hate kişandin ser şaredariyên ku hatine xespkirin û destgîrkirina bi sedan kesan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Feraseta ku îradeya gel xesp dike, ji aliyê din ve jî li bajêr digire ser malan û gel destgîr dikin. Ev ne cara pêşîn e. Di sala 2016’an de jî hema bibêje li hemû şaredariyên HDP’ê qeyyûm hatibûn wezîfedarkirin. Lê gel di hilbijartina Adara 2019’an de li hemberî polîtîkayên tunekirinê çûn ser sindoqan û careke din îradeya xwe nîşan dan. Di şertên niha de mirov nikare bibêje ku ev dewleteke hiqûqê ye. Em hiqûqnas jî ji bo demokrasiyê dengê xwe bilind dikin.

Bi êrîşên qeyyûman re saziya hevşaredariyê ya ku pêşiya tevlêbûna jinan a siyasetê vedikir jî bûye hedef. Bi vê re asteng dikin ku di polîtîkayê de pêşiya jinan were girtin.

Ev hemû tişt diyar dikin ku hiqûq bûye amûra ku xizmetê ji desthilatdariya siyasî dike. Em jî careke din bi bîr dixînin ku divê hiqûq xizmetê ji demokrasî û edaletê re bike û careke din dubare dikin ku wê îradeya gel neyê xespkirin.”