Li Amede civîna ‘haziriya ji bo hilbijartinên xwecih'

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Amedê li civîna ‘Haziriya ji bo hilbijartinên xwecih’ axivî, bang kir ku her kes ji bo Idlibê ku ber bi şer ve diçe, tişta ku ji dest tê bike. Temellî got polîtîkaya şer a AKP’ê bûye sedema rûxîna aborî.

Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dînamîkên xwecih, rêxistinên civaka sivîl li Amedê ji bo civîna ‘haziriya hilbijartinên xwecih’, ji bo du rojan li avahiya bajêr a HDP’ê, li Hêwana Konferansa Vedat Aydin hatin cem hev. Di civînê de parlamenter, hevşaredarên şaredariyên ku hatin dagirkirin, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), rewşenbîr, hunermend, nûnerên gelek saziyên pîşeyî û saziyên rêxistinên sivîl hazir bûn.

Destpêka civînê Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî kir.

‘TIRKIYE ŞERÊ IDLIBÊ TEV DIDE’

Temellî destpêkê bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ‘destpêkirina tecrîdê tê maneya ku mirov Tirkiyê bixe nav pêvajoyeke şer’’

Temellî bal kişande ser rewşa haziriya şer a li ser Idlibê, got, ‘’Li pêş me şerên giran hene. Îro Idlib bi encama polîtîkayên şer ên Tirkiyê bi vî rengî di rojevê de ye’’ û domand, ‘’Divê gelên Sûriyê ji bo siberoja Sûriyê biryarê bidin. Rejîma Sûriyê paşerojê gelek şaşiyên mezin kirine. Heqderketina ji van şaşiyan ew e ku gelên Sûriyê tevlî pêvajoye bibin.’’

 ‘JI BO IDLIBÊ ÇI JI DESTÊ KÊ TÊ DIVÊ BIKE’

Temellî got ew ê bi israr li ser aştiyê rawestin û got, ‘’Ji bo ku li Idlibê çareseriyeke bi aştiyê bibe çi ji destê kê tê divê bike. Em bang li hemû cîhanê dikin. Binerin, ên ku li ser Efrînê bêdeng man, hevkarê sûcên li Efrînê ne. Îro li Efrînê talan, êşkence heye, jin li bazaran têne firotin. Wê demê dema ku ji bo Efrînê me behsa aştiyê kirî em tawanbar dikirin, niha dema ku li ser Idlibê bazarê dikin, bêyî ku fihêt bikin behsa aştiyê dikin.’’

 ‘SEDEMA MEZIN A KRÎZA ABORÎ POLÎTÎKAYA ŞER E’

Temellî bal kişande ser şer şer, zext û zordarî û komkujiyên ji tecrîda ser Ocalan ve ji hêla delwletê ve  li Kurdistanê û Tirkiyê tê kirin û got  ‘’Şerê li Pirsûsê dest pê kirî, heta bi Cizîrê, Pirsûsê û Enqerê hatiye. Şer ji bo ku nerawestiyaye di nav civakê de  rûxandiye aniye, hejarî aniye’’ û bi domdarî got, ‘’Îro yek ji sedema sereke ya mezin a krîza aborî polîtîkayên şer in.’’

Temellî her wiha got dewleta Tirk ji bêrîka karker, hejaran meaş dide çeteyên OSO yên li Efrînê

‘KES NIKARE ŞER JI NEDÎTÎ VE WERE’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî got divê li dijî şer têkoşîn giştî be û domand, ‘’Hûn nikarin bibêjin bila şer dûrî min be. Şer hatiye ber deriyê her kesî. Binerin ji ber sedema şer zozan hatine şewitandin, Dersim hate şewitandin. Ne dar man, ne zozan, ne xwedîkirina sewalan.’’

‘EM Ê JI QEYÛMAN XILAS BIBIN’

Temellî her wiha bal kişande ser qeyûmên ku anîn ser 95 şaredariyên HDP’ê û polîtîkayên qeyûman ku dewlemendiya gel dixwin, şaredariyan dixin bin deynan de, êrîşê dibin ser nirxên gel, ziman, jin û zarokan, bal kişande ser êrîşa qeyûman a li ser sirûştê û got, ‘’Ev qeyûm bi rengekî ku careke dî neyên wê ji vê cografyayê biçin’’, bal kişande ser deynên ku qeyûman kirî stûyê şaredariyan, diyar kir ku ew ê van deynan jî nedin û domand, ‘’Dema ku di rêveberiyên xwecih de em hatin ser kar, em ê dîsa tabelayên xwe daleqînin, em ê saziyên ku hatine girtin vekin. Bi tecrûbeyên xwe yên berê e mê hişmendiyeke nû bînin rêveberiyên xwecih’’.

 ‘HIŞMENDIYA ME YA DEMOKRASIYA XWECIH WÊ XITIMANDIKÊ VEKE’

Temellî got ber bi hilbijartinên xwecih ve dixwazin 7 mehên xwe baş bi kar abinin, bi perspektîfa demokrasiya radîkal, ji cih ve rêveberinê dixwazin hişmendiya demokrasiya xwecih pêk bînin û got, ''A‘rast ew e  ku mirov bajarê xwe rê ve bibe. A rast ew e ku vîna asiyasî jiyana civakî dîsa bihone. Hişmendiya me ya demokrasiya xwecih wê xitimandinên li Tirkiyê veke.’’

Civîn ji çapemeniyê re girtî bi sernavên ‘’Di siyaseta demokratîk de polîtîkaya serdema nû û xeta muxalefetê’’, ‘’Li dijî tecrîdê xeta çalakiyê’ û stratejiya rêveberiyên xwecih’’ ê bidome.