Li Amedê bi ser malan de hat girtin, 5 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk, li navçeya Çinarê ya Amedê girt bi ser malan de û 5 kes destgîr kirin.
Polîsên Tirk, li navçeya Çinarê ya Amedê girt bi ser malan de û 5 kes destgîr kirin.
Hat ragihandin ku li gundê Selmanê tîmên taybet ên dewleta Tirk bi ser malan de girtiye û Ramazan Datûmanî, keçên wî Fatîme û Revşen Datûmanî, Davût Datûmanî û kurê wî Osman Datûmanî destgîr kirine.
Hat zanîn ku ev kes di çarçoveya lêpirsînekê de ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya ‘’Endamtiya rêxistinê’’ daye destpêkirin, hatine destgîrkirin.
Hat gotin ku gava girtina bi ser malê de tundî li Davût Datûmanî û kurê wî hatiye kirin û biryara veşarîbûna dosyeya lêpirsînê hatiye dayîn.