Li Amedê bi dehhezaran kes li qada mîtîngê kom bûn
Li Amedê bi dehhezaran kes li qada mîtîngê kom bûn
Li Amedê bi dehhezaran kes li qada mîtîngê kom bûn
Li ser banga KCD û BDP'ê bi deh hezaran kes di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, bi bo berpirsyariyên AKP'ê yên di pêvajoya çareseriya demokratîk de bîne bîrê û piştgiriyê bidin şoreşa li Rojavayê Kurdistanê, li qada mîtîngê kom bûn. Herikîna girseyê ber bi qadê ve dewam dike.
Bi pêşengiya KCD û BDP'ê, bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi deh hezaran kes bi şiyara "Bi coşa Newrozê em ber bi aştiyeke bi rûmet ve dimeşin, şoreşa Rojava silav dikin" diherikin Qada Stasyonê.
Bi kincên gelêrî, bi rengên kesk, sor zer û alên PKK, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Mêrdîn, Erzîngan, Çewlik, Elezîz û bajarên din ên derdorê bi hezaran kes li qada mîtîngê kom bûn.
Endamên KESK'ê Şaxên Mêrdînê ji herêma Şehîtlîkê ber bi qada mîtîngê ve bi awayekî kortejê meşiyan, lê belê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nuqteyên kontrolê ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
Endamên Keskesor jî bi alên xwe yên ji rengên keskesorê û bi dirûşma "Deng bide Rojava deng bide" cihê xwe li qada mîtîngê girtin.
Li qada mîtîngê bi pêşengiya Egîtîm-Senê bi daxwaza "perwerdeya zimanê dayikê" îmze tên komkirin û wê ji Muduriyeta Perwerdeyê re bên şandin.
Di mîtîngê de Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk wê di mîtîngê de axaftinê bikin.
Mîtîng li gel herikîna girseya gel ber bi qadê ve, bi govendê di nava coşeke mezin de dewam dike.
Di vê navberê de meşa endamên Baskê Ciwanan ê BDP'ê ya navçeya Bismilê ya 40 kîlometreyî jî dewam dike. Meş wê li qada mîtîngê bi dawî bibe. Bernameya mîtîngê wê bi axaftinên vekirinê destpê bike.