Li Amedê 4 kes hatin destgîrkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Amedê de 4 kes hatin destgîrkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Amedê de 4 kes hatin destgîrkirin.
Polîsan li ser fermandariya Serdozgeriyê ya Amedê bi ser gelek malbatan de girt.
Polîsan di serdegirtina malan de Cengiz Atsiz, Ferda Îldan, Pinar Altaş û Umut Manap binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
Îldan di Dadgeha Ewlekariya Dewletê de hatiye darezandin û di sala 1995’an de cezayê muebetê lê hatibû birîn.
Dadgeha Tirkiyeyê bi mehkûmkirina Îldan bi hinceta binpêkirina madeya 3,5,6 a DMME’yê, daxwaza ji nû ve darezandinê qebûl kir û 2’yê Tebaxa 2019’an biryara berdana wê hatibû dayîn.