Li Amedê 10 kes dîl hatin girtin

Li Amedê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Halîde Turkoglû jî di nav de 10 kes dîl hatin girtin.

Ji 13 kesên ku bi îfadeya şahid Kezîban Kûdayê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibûn destgîrkirin, 10 jê hatin girtin. Endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halîde Turkoglû, Çekdar Bûdak, endama Desteya Rêvebir a Navendî Sevîm Akdag û Zelîha Kocaman, rêvebira Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) Emîne Aksoy û endamên Meclîsa Ciwanan Betul Unsal, Metîn Yilmaz, Berîtan Yaşar, Hamza Agirman, Esengul Kiliç, Nûrûllah Ozgun, Rûbar Armagan û Mûstafa Kûrt îro sewqî edliyeyê hatin kirin.

Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar Turkoglû, Bûdak, Akdag, Kocaman, Unsal, Yilmaz, Yaşar, Agirman, Kiliç û Kûrt bi sûcê "endamtiya rêxistinê" girtin û Ozgun û Armagan jî bi şertê kontrola edlî berdan. Her wiha Emîne Aksyo jî pişt îfadeya li dozgeriyê hat berdan.

ENQERE

Înîsyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê li Taxa Tûzlûçayir a navçeya Mamak a Enqereyê ji bo girtina endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên piştî destgîrkirina 4 rojan hatin girtin, daxuyaniyek da û piştî daxuyaniyê meşek li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Çewisandin, gefxwarin, binçavkirin, girtin û revandin polîtîkayên tepisandinê ne. Bila bê zanîn ku dê ciwan têkoşîna xwe bidomînin, dê li ber çewisandinan serî netewînin!" nivîsandî hat hilgirtin. 

Endamê Înîsyatîfa Xwendekarên Azad Hakki Zengîn metna daxuyaniyê xwend. Zengîn destnîşan kir ku desthilata AKP'ê dixwaze hebûna xwe bi şer, talankirin, xespkirina vînê, bi destgîkirinê, bêhiqûqî bidomîne û got: "Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ku coşa gel a di 8'ê Adarê, Newrozê û 1'ê Gulanê de hezm nekir, dixwaze bi çewisandinan, revandinan, ferzkirina sîxurtiyê, binçavkirin û girtinan ciwanan bitepisîne." 

'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'

Zengîn anî ziman ku ev polîtîka berdewama înkar û tunekirina qirêj a sed salî ye û got: "Ev çewisandinên li hemberî ciwanên Kurd ên welatparêz û hevalên me yên çep û sosyalîst ji bo tepisandin û pasîfîzekirinê ne. Lê divê bê zanîn ku dê têkoşîna me ya li hemberî hemû êrîşên faşîzmê bidome û em ê tu carî serî netewînin! Dê vîna ciwanan, helwesta wan a bibiryar van polîtîkayên qirêj pûç bike û kesên dixwazin me di qada siyasetê de asteng bikin dê bi ser nekevin." 

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan dirûşmeya "Bijî berxwedana ciwanan" berz kir û meşiyan. 

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.