Li Amed û Îzmîrê ji bo windayan bang kirin

ÎHD û xizmên windayan, li Amed û Îzmîrê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam kirin. Di çalakiyê de çîroka Hasan Ocak û Bahrî Budak (61) li gel neviyê wî yê 14 salî Metîn Budak xwendin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin”, di çalakiya xwe ya hefteya 590'an de li ser hesaba xwe ya qada civakî vîdeoyek parvekirin. Di vîdeoyê de bal kişandin ser Hasan Ocak ê ku di sala 1995'an de li Stenbolê hatî revandin û kuştin.
Endamê Komîsyona Windayan a îHD'ê ya Şaxa Amedê Prz. Hasan Yalçin, diyar kir ku piştî Hasan Ocak hate revandin û destgîr kirin, malbatê serî li hemû sazî û dezgehan da û wiha got: “Di nivisa fermî ku îmzeya Wezîrê Karên Hundir Nahit Menteşe, Midûrê Gişti yê Polîsan Mehmet Agar, Waliyê Stenbolê Hayri Kozakçıoglû û Midûrê Polîsan ê Stenbolê Necdet Menzir de hate gotin ku ‘Hasan Ocak qet nehatiye destgîrkirin, wekî bersûç jî li wî nehatiye nêrîn.’ Li gel hemû astengiyan malbatê piştî 58 rojan cenazeyê Hasan Ocak li Goristana Bêkesan a Altinşehirê dîtin. Dema malbatê cenazeyê Hasan Ocak dîtin, Ocak rastî îşkenceya giran hatibû. Lê dîsa rayedaran destgîr kirina Ocak red kirin.”
Yalçin, di hefteya 590’an de dîsa bang li dozgerî, Wezareta Dadê û rayedaran kir, xwest kujerên Hasan Ocak bê dîtin û darizandin.

ÎZMÎR
Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê, çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ya her hefte li pêş Sumerbankê li dar dixistin, ji ber şewba vîrûsa koronayê bi rêya hesaba qada civakî daxuyanî dan. Endamên ÎHD’ê, vê hefteyê pirsa faîlên Bahrî Bûdak ê 61 salî û neviyê wî yê 14 salî Metîn Budak  kirin ên ku di sala 1994’an de li Gundê Yalimli ya navçeya Licê ya Amedê hatin windakirin û piştî bi salan hestiyê wan hatibû dîtin.
Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Caner Canli çîroka bapir û neviyê wî xwend, diyar kir ku gundê Yalimli ya Licê di sala 1994’an de bi hinceta ewlekariyê bi zorê hate valakirin. Piştî valakirina gund, Bahrî Bûdak bi neviyê xwe yê 14 salî Metîn Bûdak re, di 28’ê Gulana 1994’an de diçin baxçeyên xwe mêze bikin. Lê carek din agahî ji wan nayê girtin.
Canli diyar kir, “Di derbarê Metîn û Bahrî Bûdak de DMEE'yÊ li cihên netewî qasî pêwîst û bandor lêpirsîn bi rê ve nebir, li ser vê rewşê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa di derbarê mafê jiyanê de, gehişte encamekê ku li dijî madeya 2’emîn e û Tirkiye mehkûmî dayina tazmînatê kir.