Li Amed, Enqere, Wan û Sêrtê ji bo 1'ê Îlonê bang

Li Amed, Enqere, Wan û Sêrtê ji bo 1'ê Îlonê bang

Ji bo mîtîngên 1'ê Îlone Roja Aştiyê ya Cîhanê li Amed, Wan, Sêrt û Enqereyê banga tevlibûnê hate kirin.

AMED

Baroya Amedê, bi minesabeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê civînek çapemeniyê li darxist. Rêveberên baroyê û gelek parêzer tevli çiivînê bûn. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di civînê de axaftinek kir û anî ziman ku ji bilî lêkolînkirina sucên mirovahiyê û astengkirina bikaranîna çekên kimyevî li dijî mudaxaleya li hember Suriyeyê ne. Elçî di berdewamê de balkişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk ya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û da zanîn ku ji ber helwesta hikumetê ew di nava fikaran de ne. Elçî di berdewamê de helwesta komîsyona li hevhatina makeqanûna nû ya di warê perwerdehiya zimanê zikmakî de jî rexne kir û xwest ku alî bi eqlêselîm tevbigerin. Elçî herî dawî bang li hemû kesî kir ku tevli mitînga sibê ya 1'ê îlonê bibin.

ENQERE

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqere têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Yekîtiya Mulkiyeyiyan civîneke çapemeniyê li dar xistin. Li salona ku pankartên "Ji Licê heta Gezî têkoşîna aştiyê didome", "Li hemberî şer, qetlîam û dagirkirinê em di 1'ê Îlonê de li qadan in"hatin daliqandin, li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqere Berdevkê demê yê Platforma Şaxên Enqere ya KESK'ê Yaşar Polat got ku, emperyalîzma DYA piştî Iraq, Lîbya, Filistîn û Efganistanê niha jî bi hinceta çekên kîmyewî plansaziya mudaxeleyeke li hemberî Sûriyeyê pêş dixe û wiha berdewam kir: "Desthilatdariya AKP'e ya heta roja îro çeteyên şerê navxweyî bi awayekî fînansî û lojîstikî destek dike, bi wezîfeya taşerontiya emperyalîzmê re wek aliyekî şer welatê me dike cihê kombûn û tevgera NATO." Polat di berdewama axaftina xwe de got, "Ji bo li hemberî kesên di berxwedana Parka Gezî de jiyana xwe ji dest dan, hatin binçavkirin, birîndarkirin, girtin, li dijî çeteyên ku li Rojava qetlîaman pêk tînin û ji bo li hemberî her tiştên berhemê şer em dengê aştiyê bilind bikin divê em di 1'ê Îlonê de li tevayî welat li qadan bin." Polat di dewama axaftina xwe de got ku ji bo "ji şer re bêjin na" di 1'ê Îlonê de li Enqereyê saet 16.30'an de li Kolana Toros bên gel hevdu û heta Qada Kolej wê bimeşin. Polat her wiha tevayî gelê Enqereyê dawetî meşê kir.

WAN

Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê têkildarî mîtînga herêma Serhedê Rêxistina BDP'ê ya Wanê û Şaxa KURDÎ-DER a Wanê banga tevlîbûnê li gel kirin. Di civîna ku bi mebesta mîtînga bê lidarxistin pêk hat Hevseroka Rêxistina Bajêr a BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar axaftinek kir. Yaşar destnîşan kir ku bi mebesta 1'ê Îlonê wê li Tirkiyeyeyê li 4 herêman mîtîng bên lidarxistin û yek ji wan herêman jî herêma Serhedê ye. Yaşar di berdewama axaftina xwe de got ku wê ji Wanê aştiyê qîr bikin û ji bo xwedîderketina li pêvajoya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin û aştiyeke bi rûmet banga tevlîbûna ji bo mîtîngê li gel kir. Yaşar got ku naveroka mîtîngê bi coşa Newrozê ber bi aştiyê ve meş û silavkirina Şoreşa Rojava ye. Wê ligel parlamenterên herêmê yên BDP'ê Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan jî wê beşdarî mîtîngê bibin.

Her wiha li Şaxa KURDÎ-DER a Wanê jî têkildarî mîtînga 1'ê Îlonê li avahiya komelê civînek hat lidarxistin. Di civînê de Serokê Şaxa KURDÎ-DER a Wanê Îsmaîl Aşkan got ku di pêvajoya ku Rêberê PKK'ê di Newrozê de da destpêkirin, aliyê Kurd tişta ket ser milê xwe bi cih anî lê AKP timî wek pêvajoyeke mijûlkirinê digire dest û ji bo pêvajo bixetime çi ji dest tê dike.

SÊRT

Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê jî di çarçoveya pîrozbahiyên 1'ê Îlonê de da xuyakirin ku wê bi dirûşmaya "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad" li Qada Îtfaîyeyê ya li Kizlar Tepesî ya Şaredariya Sêrtê şahiyeke girseyî li dar bixin. Têkildarî mijarê di civîna ku li Avahiya Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê hat lidarxistin de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê Mehmet Ata Înan got ku wê sibê saet 17.00'an li Kizlar Tepesî şahiyekê bi mebesta 1'ê Îlonê li dar bixin û tevayî amadekirî temam kirine û 10 hezar belavokên ji bo beşdariya şahiyê ku hatine çapkirin ber danê êvarê wê bên belavkirin.