Li Amasyayê ambûlansa leşkerî û mînîbusek li hev qelibîn, di encamê de 13 leşker û ajovanê ambulansê birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatine girtin, 12 leşker û çawişekî pispor li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Sabûncûoglû Şerefeddîn dihatin dermankirin û bi ambûlansa Hakan ya leşkerî vedigeriyan li duriyana Îmamhatîp destpêkê li mînîbusa Halîl Îbrahîm Altinok qelibî piştre li dîwarê rexê rê ket.
Di qezayê de 13 leşker û ajovanê ambulansê birîndar bû. Birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê, di derbarê qezayê de lêkolîn dan destpêkirin.