Li bajarên Dortmund, Hagen û derdora wan ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin.
Ji ber girtina sînorên Rojavayê Kurdistanê, embargoya li ser gelê Rojava berdewam dike. Kurdên li Ewropayê dijîn ji bo Rojava dest bi kampanyaya alîkariyê kirin. Kurdên li bajarên Dortmund, Hagen û derdora wê dijîn ji bo Kurdên Rojava dest bi kampanyaya alîkariyê kirin.
Komîteyan ev bang li gel kir: “Ji bo em nîşan bidin ku gelê me yê ku li hemberî embargo û berxwenê li ber xwe didin ne bi tenê ne û ji bo pêwîstiyên wan ên jiyanî, em di serî de Kurd bang li her kesê dikin ku di çarçoveya derfetên xwe de alîkariya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bikin.”
Komîteyan da zanîn ku ew ê xêr û alîkariyan bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bigihînin gelê Rojavayê Kurdistanê.