Li Almanyayê çalakiyên ‘Her der Taksîm e, her der berxwedane’
Li Almanyayê çalakiyên ‘Her der Taksîm e, her der berxwedane’
Li Almanyayê çalakiyên ‘Her der Taksîm e, her der berxwedane’
Saziyên penaberên kurd û tirk yên Almanyayê û komên çep yên Almanyayê hatin cem hev û însiyatîfeke çalakiyan a bi navê ‘Her der Taksîme, her der berxwedane’ ava kirin. Di nava daxwazê însiyatîfê de di serî de rawestandina projeya Parqa Gezî, rawestandin firotina çekan a Almanyayê ya bo Tirkiyeyê û mafê runiştinê ya bo her kesî cih digire.
Di banga lijneya însiyatîfê de wiha tê gotin: “Ji ber çêkirina navendeke danûstandinê ev çalakî pêk hatin. Bi pêşengiya komên hawirdorparêz, femînîst, yên li dijî nîjadperetiyê û BDP’ê ev çalakî gihiştin vê astê. Di nava çend rojan de ev bûyer gihiştin asteke mezin. Dewleta tirk jî cidiyeta vê fêm kir.
Di encamê de heta niha bi hezaran kes birîndar bûn, herî kêm 4 kes mirin. Di 11’ê hezîranê de li dijî êrîşa polîsan bi hezran kesî serî hilda. Ev wêneyên em dibînin tu ferqa wan ji yên din tune. Li Frankfurt, Stenbol, Tunus, Kahîre, Atîna, New-York, Madrîd, Tahran, Qamişlo û Halebê bi hezaran kesî serî hilda. Daxwazên xwe yê ji bo jiyanek bi rumet tînin ziman.
Ji ber vê em jî li seranserê Almanyayê çalakiyan pêk tînin. Hikûmeta Alman jî ji van êrîşên hovane yên Tirkiyeyê berpirsyarin. Ji ber vê jî em hemû pirsên xwe pêşkêşî Tirkiyeyê û Almanyayê dikin. Divê ew proje bê rawestandin. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Polîs û siyastmedarên ji şîdetê berpirsyar bên cezakirin.
Sanayiya çekan a Almanyayê divê îhrataca çekan a bo Tirkiyeyê û herêmên din bide sekinandin.
Bernameya çalakiyên însiyatîfê k udu çalakiya xwe ya yekemîn li Bremen pêk anîn wiha ye:
Hamburg: În, 14.06.13, Saet 18:00 Uhr, Hauptbahnhof Hamburg
Mannheim: Şemî, 15 Hezîran, Saet 17:00, Am Wasserturm
Stuttgart: Şemî, 15 Hezîran, Hêj cih ne diyare
Düsseldorf: Şemî, 15 Hezîran, Saet 13:00, DGB-Haus
Berlin: Şemî, 15 Hezîran, agahiyên berfireh li konê ber Kottbusser Tor hene.
Endamên însiyatîfê jî wihane:
* Blockupy Frankfurt
- Yekitiya Hêza Demokratîk a Almanyayayê
- YXK (Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê)
- Yek-Kom – (Federasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê)
- iL (interventionistische Linke)
- Ceni, Kurdisches Frauenbüro für Frieden, Buroya Aştiyê ya Jinan
- Netzwerk Friedenskooperative
- DIDF (Föderation Demokratischer Arbeitervereine)
- ATIF (Föderation der Arbeitsimmigranten in Deutschland)
- ATIK (Konföderation der Arbeiter aus der Türkei in Europa)
- Ciwanên Demokratîk a Nû (YDG)
- No Troika Rhein-Main
Aktif destekçiler: Attac, Die Linke, FreundInnenkreis Andrea Wolf und Netzwerk Friedenskooperative
Ayrıca inisiyatife dahil ve destek olmak isteyen kurumlar bu e-posta adresine yazabilir: [email protected]