Li Almanyayê bi awayekî sîstematîk sîxurtiyê li ciwanan tê ferzkirin!
Li Almanyayê bi awayekî sîstematîk sîxurtiyê li ciwanan tê ferzkirin!
Li Almanyayê bi awayekî sîstematîk sîxurtiyê li ciwanan tê ferzkirin!
Ciwanê kurd Burhan Y. Ku li eyaleta Baden-Wurttemberg a Almanyayê dijî, got polîs û îstîxbarata Alman bi awayekî sîstematîk sîxurtiyê lê ferz dikin. Aktîvîstî kurd ji ANF’ê re axivî û got ji hezîranê de bu duh car tê binçavkirin û rastî tehdît û taciza polîsan tê.
Ji bo ciwanan bikin sîxir metotên cur bi cur li ser ciwanan tên meşandin û ev hewldan ji aliyê îstîxbarat û polîsên alman jî bê navber tê bikaranîn.
Yek ji metotên herî girîng ya ji bo qebûlkirin sixîrtuyê tê bikaranîn ev ku ‘Em dê destura we ya runiştinê betal bikin, emê we dersînor bikin’ ne. Lê metoda li ciwanên kurd Burhan Y. Pêk anîn gelek cudaye.
BI PIRSGIRÊKÊN MALBATÊ EZ TEHDÎT KIRIM
Aktîvîstê kurd ji ANF’ê re axivî û got 2012’an de tevli meşa ciwanan a Frankfutê bûye li wir hatiye binçavkirin û got: “Ji wê rojê û şûnde em şopandin. Qet ceza min re nehat. Lê îsal di meha hezîranê de ji min re ji Rêxistina Parastina Makeqanûnê nameyek hat. Di nameyê dihat gotin ku ji meha nîsanê de ye wî dişopînin. Çend roj şûnde ji şaredariyê nameyeke ku dihat gotin cezayê pereye hatiye, şandin. Dema ez li Frankfutê hatim girtin, kêr di wesayîta min de bû. Di nameyê dihat gotin cezayê vê 170 euro bê dayîn. Her wiha ji bo ez cezayê wê bidim jî randevu dabûn. Çend deqe şûnde, her sê bi hev re ketin hundir. Ew kesên mala min dişopandin bûn. Ji min re gotin: cezayê te heye, ger tu ji me re bibî alîkar em dê alîkarî bidin te. Ji min xwestin ez bibim sîxur.
Min teklîf qebûl nekir. Du mêr derketin, jin tenê ma. Ji min re got pirsgirêkek malbata te heye an na. Got emê di vî alî de ji te re bibin alîkar. Min qebûl nekir. Pişt ji ekîba wan kesê herî extiyar bi qirika min girt û got ezê te bikujim.”
DOSYAYEK WÊNE NÎŞANDAN
Burhan Y got teklîfa wan qebûl nekiriye û derketiye û da zanîn ku di rojên din de jî bi dehan carî hatiye şopandin û riya wî hatiye birîn. Burhan Y wiha got: 10 roj şûnde ez dîsa binçavkirim. Ez birim qerekolê. Li wir heman ekîb amade bû. Beyî ku sûcê min bêjin 10 saetan ez di hucreyê de girtim.
Bi goti û dijûnan êrîşê min kirin. Dosyayek wêne nîşanê min dan. Yek bi yek nîşanê min dan û gotin tu vê nas dikî. Di nava wêneyan de hinek gerîla hebûn. Di hinekan de ez hebûm. Min got ez kesî nas nakim. Car ez tehdît kirim.”
PSÎKOLOJIYA MIN XERA BU
Burhan Y wiha got: “Ji hezîranê de her tim riya min tê birîn. Di otobanê de riya min dibirin. Nasnameya min kontrol dikin. Van tacîzan ez têk birim. Ger tiştek bê serê min polîs û îstîxbarat berpirsyare. Psîkolojiya min xer bûye. Bila cezayê min bêjin, dest ji tehîdan berdin.”