Li Almanya û Fransayê piştgiriya Dayikên Şemiyê hate kirin

Li Almanya û Fransayê ji bo piştgiriya 1’ê Îlonê û Dayikên Şemiyê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Saarbrucken ê Almanyayê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.

Hevseroka Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk Dîlek Akdogan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir heta ku tecrîd hebe ew ê aştî pêk neyê.

Akdogan diyar kir ku divê têkiliya hikumeta Almanyayê ya bi Erdogan re were sekinandin û xwest ‘qedexeya PKK’ê” ya li Almanyayê jî were rakirin.

Nûnera HDK-Saarlandê ya Şennûr Agirbaşli jî berxwedana Dayîkên Şemiyê silav kir û diyar kir ku ew ê çalakiyên hevgirtinê li dar bixin.

PARÎS

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye xwedî li çalakiya Dayikên Şemiyê hate derketin û bi slogana ‘Di hefteya 701’an de, em li her derê ne” çalakî hate lidarxistin.

Çalakî li pêşiya Metroya Saînt Denîs a Strasboûrgê hate lidarxistin û saziyên wekî CDK-F, ACTIT, ODAK, BÎR-KAR, FEDA,FÛAF, TJK-F, SKB, ADHK, SYKP û ICOR tevlê bûn.

Çalakî bi rêzgirtinê hate destpêkirin û pankarta ‘Min bibîne dayê’ û wêneyên kesên hatine windakirin hate hildan.

Di çalakiyê êrîşên AKP’ê yên li ser çalakiyên Dayîkên Aştiyê hate şermezarkirin û peyama piştgiriya Dayikên Şemiyê hate kirin.