Li Agiriyê jinek bi awayekî gumanbar mir

Li Diyadîna Agiriyê jina ciwan a bi navê Zana Polat bi awayekî gumanbar mir.

Li gunê Qetka Jêrê yê Diyadîna Agiriyê jina ciwan a bi navê Zana Polat (17) li gorî îddîayê dema li malê bi demançeyê lîstiye, ji serê xwe bi giranî birîndar bûye.

Jina ciwan bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya navçeyê. Hate diyarkirin piştre jina ciwan rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê û li vê derê jiyana xwe ji dest daye. Derbarê bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.

Li bajêr di 29 rojên dawîn de 4 jin bi awayekî gumanbar mirin.