Li Agiriyê mîtîng: Gelê Kurd zilmê ji bîr nake!

HDP’ê li Agiriyê mîtîngek bi heybet lidar xist. Di mîtîngê de hate diyarkirin ku HDP li pêşberî faşîzmê weke kevir rawestiya ye, gelê Kurd ti tiştî jî bîr nake û wê deng nede AKP’ê.

Rêxıstina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agirî, li Qada Dortyolê mîtîngek lidar xistin. Namzetên Parlementeriyê yên HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayeta Taşdemîr, Kezban Dûmlû Ogel, Abdullah Koç, Bedran Ozturk li gel Parlemeterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu tevlî mîtîngê bûn.

Bi sedan kes qada mitîngê tije kirin û bê navber dirûşma “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” berz kirin û dowîzên “Bê HDP nabe” û “Meclîsa bê HDP gel qebûl nake” vekirin. Di mitînga ku coşa gel lê pir zêde jinan çanteyên xwe avêtin erdê û guvend gerandin. Di mitîngê de dest pê kê axaftina namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a di TRT’ê kirî hat guhdar kirin û welatiyan bi eleqeyek mezin guhdar kirin.

 ‘GELÊ AGIRIYÊ WÊ DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE JI ÊŞAN RE BÊJE TEMAM’

Namzetê parlamenteriya Agiriyê Kezban Dûmlû Ogel, di mitîngê de axivî û wiha got: “Hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo me hem dîrokiye û hem jî pir girînge. Hilbijartineke wijdaniye. Ji ber ku gelê Kurd ji dîrokê heya roja îro tiştên bûyerên bi serê wan de hatin ji ber nekirin û nadin ji bîr kirin. Gelê Kurd wê tu carî Komkujiyên Roboskê, Zîlan, Dersim, Cizîr û Dayika Taybet ji bîr nekin. “

‘JI AGIRIYÊ, DENGEK BI TENÊ JÎ WÊ JI BO FAŞÎZMA AKP-MHP DERNEKEVE’

Piştî Ogel namzeta Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bal kişand ser 16 salên desthilatdariya AKP’ê û wiha axivî: “AKP’ê tu carî pirsgirêkên Agiriyê çareser nekirin. Agirî ji ber desthilatdariya AKP’ê veguhertiye navçeyê. Gelê Agiriyê biryara xwe da û wê di 24’ê Hezîranê de bêje temam.”

OZTURK: LIGEL HEMÛ ÊRÎŞAN AGIRIYAN QAD TIJE KIRIN

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk jî, diyar kir ku êdî polîtîkayên ku AKP pêşkêşî gelan bike nemane û wiha bilêv kir: “Hikûmeta AKP’ê wisan li Cizîrê kir. Di 24’ê Hezîranê de em ê ji bo hevalên xwe yên di zindanan de biçin ser sindoqan û xwedî vîna xwe derbikevin. 19 sal in AKP tenê soza dide gelê Agiriyê. Ji derveyî vê tiştek nekir. Ligel hemû êrîşan gelê Agiriyê qad dije kirin. Em wêneyên vê mitîngê ji Cîn Alî re bişînin. Em ê di 24’ê Hezîranê de Nisêbînê, Cizîra Botan, Sûr, Cemîle û Dayîka Taybet ji bîr nekin.”

‘BERÎ ERDOGAN EM Ê HERÎN SER SINDOQAN’

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu jî, da zanîn ku HDP partiya jin, ciwan û hemû beşên tên cuda kirine û wiha axivî: “Emê bibin hevkarên demokrasiyê. Ger em nebin demokrasî jî nabe. Hûn nikarin 6 milyon hilbijêran tune bihesibînin û li Tirkiyeyê hikûmetê ava bikin. An bi me re, yan bi me re. An azadî an azadî. Ligel hemû hîleyan Erdogan wê winda bike.”

Piştî hûnermend Kemalê Amedê derket ser dikê û stran gotin, mitîng bi dawî bû.