Li Afyonê xwenekarên kurd di bin abluqê de ne

Li Afyonê xwenekarên kurd di bin abluqê de ne

Xwendekarên kurd yên li Zanîngeha Kocatepe ya Afyonê dixwînin rastî pêkanîn faşîzan tên. Li Fukulteya Fen Edebiyatê ev hewldan veguherîn êrîşên fîlî.  Îro li Zanîngeha Zanistên Îdarî û Îktîsadî xwenekarên kurd yên diketin azmunê rastî êrîşê hatin.

Xwendekarên kurd diyar kirin ku polîs û yekineyên ewlehiyê li şûna ku faşîstan belav bikin, mudaxaleyê wan kirine.

Der barê êrîşê de xwendekar Zanîngeha Kocatepe ya Afyonê R.T ji ANF’ê re axivî û got komeke ulkucuyan ya ji 300-400 kesî pêk dihat ew xistine bin ablukayê.

ÊRÎŞ BI HEVKARÎ TÊN KIRIN

R.T da zanîn ku ev êrîş bi hevkariya polîs û îdareyê pêk tên û got niha ewlehiya canê wan nîne, di avahiyê de mahsur mane û faşîstan ew xistine bin ablukayê.

EV DER TIRKIYEYE LI VIR JI KURDAN RE CIH NÎNE

R.T wiha got: “Me xwest em bikevin azmûnên xwe. Ev bi rojane li hemberî ciwanên kurd kampanyaya lîncê tê meşandin. Ev vegeriyaye kampanyaya êrîşê.  Îro jî dema em diçûn azmûnan êrîşê me kirin, gotin ev der Tirkiyeye, ji kurdan re cih nemaye.”