Li Afrîkaya Navîn di 15 rojan de hezar kesan jiyana xwe jidest da

Li Afrîkaya Navîn di 15 rojan de hezar kesan jiyana xwe jidest da

Rêxitina Navnetewî a Efûyê da diyar kirin ku li Komara Afrîka Navîn di nava 15 rojan de hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Rêxistinê destnîşan kirin ku piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane di pevçûnên li paytext Bangu yê jiyana xwe dest dane.

Di pevçûnên ku di meha Kanûnê de li Komara Afîrka Navîn hatin destpêkirin de hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Pevçûn didomin. Piraniya kesên mirine di pevçûnên li paytextê Banguyê yên dinavbera desthiladariya Seleka û serhildêran de jiyana xwe ji dest dane.

Rêxitina Afûyê da diyar kirin ku di pevçûnên ku ji 5’ê Kanûnê ve destpêkirîn de milîsênn Xirîstiyan hin taxên paytextê bi destê xwe ve anîne û got: “ Wê rojê 60 misilman mirin.” Tevgera Seleka ya niha desthiladar ji bo taxên ji dest çûne bigre dest bi êrişan kir. Rêxitina Efûyê da diyar kirin ku êrîşên ku ta niha dinav bera her dû aliyan de pêk tên hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û di nava kesên ku mirîn de zarok jî hene.

Netewên Yekbûyî (NY) jî da diyar kirin ku li Banguyê 450 kes bi giştî nêzî 600 kesan jiyana xwe dest dane.  NY’ê ragihandin ku van mirinan di çarçoveya sûcên dijî mirovahiyê de digrin dest.