Li Aarhus’ê darvekirinên Îranê hatin protesto kirin

Li Aarhus’ê darvekirinên Îranê hatin protesto kirin

Kurdistaniyên ku li bajarê Danîmarka Aarhus’ê dijîn darvekirinên siyasiyên kurd li Îranê bi çalekiya greva birçîbûnê ya 3 rojan protesto kirin. Kurdistaniyên ku ji roja Pêncşemê virve di konê ku li Meydana Şaredariya Aarhus’ê vedane çalekiya greva birçîbûnê dikin, îro bi mitîngekî ku li darxistin çalekiya xwe bi dawî kirin.

Darvekirina 3 girtiyên kurd yên siyasî ku ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin li bajarê Danîmarka Aarhus’ê bi çalekiyekî 3 rojan a greva birçîbûnê protesto kirin. Çalekiya greva birçîbûnê îro bi mîtingekî ku li darxistin bi dawî kirin.

Di mîtingê de ku her yek ji endamên PJAK’ê û Patiya Enhedslisten’ê axiftin şûnde li ser hev dirûşmên “şehîd namirin”, “Bijî Kurdistan”, “Teror Îran” hatin qêrîn.

Piştre li gel sekretaryaya Meclisa Şaredariyê hevdîtin çêkirin, di derbarê darvekirinên Îranê de agahî hatin dayîn û dosyaya ku hatî amadekirin jî hate radestî wan kirin.