Li Şirnexê leşkeran avêtin ser gundan: Bi dehan kes hatin binçavkirin
Leşkerên ku li Şirnexê avêtin ser gelek malan, bi dehan kes binçavkirin.
Leşkerên ku li Şirnexê avêtin ser gelek malan, bi dehan kes binçavkirin.
Leşkeran di saetên sibehê de bi awayekî hemwext avêtin ser Gundên Cifanê, Akêt, Serêdehlê û Avgamasya ên li herêma Çiyayê Cûdî yê Şirnexê û kana komir a di ketina bajêr de cih digre. Hat diyarkirin ku di serdegirtina gundan de bi dehan kes hatine binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, 27 kes birin Qereqola Îkîzce, geke kes jî birine qereqolên leşkerî yên nêzî gund. Dorpêça leşkeran a li ser gund û kana komir didome û rê nayê dayîn ku kes bikeve hundir û derkeve derveyî gundan.