Li Efrînê şer û bomberdûman dewam dike

Li navenda Efrînê û gelek herêmên navçeyên wê şerekî dijwar diqewime û bomberdûmaneke giran tê kirin. Li gundê Basilê yê navçeya Şêrawa derbeke giran li hêzên dagirker hate xistin.

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê di roja 54'an de ye. Li navenda bajarê Efrînê êrîşên li dijî sivîlan didomin. Wekî din, li gelek herêman şerekî dijwar diqewime.

Şerê ku duh bi şev li gundê Basilê yê navçeya Şêrawa dest pê kir hê jî diqewime. Di vî şerî de panzerek û wesayiteke doçka li ser a leşker û çeteyên Tirk ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê hatin rûxandin. Her wiha gelek leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Şerê li herêmê dewam dike. Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker heta van kêliyan bombeyan li gundê Basilê û derdora gundê Soxunekê dibarînin. 

Wekî din, gundewarê Kewkebê ku ser bi navenda Efrînê ye, ji aliyê balafirên şer ve tê bombekirin.

Balafirên şer ên ji duh bi şev ve bombeyan li derdora gundê Maratê yê Efrînê dibarînin. Her wiha bi çekên giran; obus û katyûşa jî bombe li gund tên barandin.

Li gundê Qiri Golê ya navçeya Bilbilê jî şerekî dijwar diqewime. Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li vê herêmê dibarînin. Wekî din obusan diavêje gundê Meydankê.

Di şerê duh êvarê de herî kêm 25 dagirker hatibûn kuştin.