Li Şakranê ji ber stranên Kurdî û govendê lêpirsîn

Girtiyên Hurşît Çetîn û Eren Tekîn ku li Girtîgeha Dorgirtî ya Alîaga Şakranê dimînin ji malbatên xwe re name şandin û gotin rêveberiya girtîgehê ji ber ku stranên Kurdî gotine û govend gerandine lêpirsîn li ser wan vekirine.

Girtiyan li dijî zext û gefan bang li raya giştî krin ku bihîstyar bin û gotin, ‘’Ew fikar bi me re heye ku her gav dikarin her tiştî bi me bikin. Heke li girtîgehê rewşeke neyênî çêbibe berpirs midûrê saziyê Abdullah Demîrcî ye.’’

‘DEST BI TECRÎDÊ KIRINE’

Çetîn û Tekîn di nameyê de bal kişandin ser binpêkirinan û gotin, li Girtîgeha Şakranê ev salek e ji çapemeniyê tê şopandin ku zext û zordarî zêde bûne. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê jî girtîgeh kirine qada sepanîne. Di nameyê de bi domdarî hate gotin, ‘’mafê me yê ku bi qanûn û giştînameya diyar e ji dest me hatine standin û tecrîdê dest pê kiriye. Çalakiyên me yên sosyal, kulturî, sporê hatine rakirin. Piştî girêva birçîbûnê ya domdirêj rêveberiya girtîgehê û midûrê yekemîn ê taybet bi rovanşîst nêz dibin.’’

PIRTÛKAN NADIN

Girtiyan di nameya xwe de diyar kirin ku ew dixwazin arîşeyan bi diyalogê çareser bikin lê rêveberiya girtîgehê bi erênî bersivê nade wan, şertên wan girantir dikin û gotin li gel ku biryara dadgehê heye jî ku pirtûk dikarin bikevin hudir dest li ser pirtûkan datînin. Rewşa Awarte dikine hincet û pirtûkên wan nadin wan.

Girtiyên siyasî yên Kurd Çetîn û Tekîn di nameyê de diyar kirin ku çavê rêveberiya girtîgehê ji wan bar nabe ku govendê bigerînin, stranên Kurdî bibêjin û ji bo stranên Kurdî û govendê lêpirsîna wan dikin û cezayê disîplînê didine wan. Di nameyê de tê gotin ‘Bi hinceta ku, ‘ji ber sedema ku personelê Kurdî nîn in û nayê fêhmkirin be ka çi tê gotin’, stran kirine girttek û lêpirîn vekirin.’’

Di nameyê de her wiha agahî yê dayin ku xebatên atolyeyên şêwekariyê jî bi kêfî tenê astengkirin.

 ‘EM BI WÊ FIKARÊ KU NU HER GAV DIBE KU TIŞTIN BI SERÊ ME WERIN’

Di dawiya nameyê wiha tê gotin: ‘Em bi wê fikarê ne ku her gav her tişt dikare bi serê me were. Li girtîgehê heke rewşeke neyênî derkete holê berpirsê vê wê midûrê saziyê Abdullah Demîrcî be. Di vê babatê de me dixwazin raya giştî bihistyar be. Em dixwazin dengê me were bihîstin.’’