Li Îzmîrê polîsan bi ser komeleyên xizmên girtiyan û JINART’ê de girt

Polîsên Tirk danê sibehê bi ser EGE TUHAYDER’ê û komeleya Jin Art Huner (JINART) de girt.

Polîsên Tirk ji xeynî Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER) Û JINART’ê bi hemwext bi ser gelek malan de jî girt.

Di serdegirtinan de Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê Alî Yalçinkaya û Derya Kandemîr, Nerîman Bîrlîkler û Dîlaver hatin binçavkirin.

Sedemê binçavkirinan nehat eşkerekirin û yên hatine binçavkirin heta 24 saetan nikarin bi parêzerên xwe re peywendî çêkin.