Li Îzmîr û Rihayê ji bo Rêberê Gelê Kurd şitil hatin danîn

Li Îzmîr û Rihayê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Buca ya Îzmîrê bi boneya 75’emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kur Abdullah Ocalan şitil danîn. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û welatiyan bi xwe re şitlên darên guz, hinar, hilûk, mişmiş, gilyaz, sêv, zeytîn, pirteqal û bihokê anîn û danîn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) Rahîm Turan axivî û 4’ê Nîsanê li hemû gelan pîroz kir. Turan, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir.

RIHA

Bi boneya 75’emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kêleka Çemê Firat ê ji navçeya Hewag a Rihayê diherike Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şitil hatin danîn. Li ser darên ku ji aliyê Piştevaniya Xwendekarên Demokratîk ên Heranê û Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê ve hatin danîn, gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nivîsîn.

Navên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bûne, li darên hatin danîn hatin kirin. Ciwanan diyar kir ku weke berteka li dijî tecrîdê şitil danîne û peyam dan ku divê demildest azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. Ciwanan bi 75 satilên avê ku ji Çemê Firatê anîn, şitil av dan.