Li Îzmîr û Amedê li aqûbeta windayan hate pirsîn

Şaxên ÎHD’ê yên Amed û Îzmîrê ji bo kesên hatine destgîrkirin û piştre hatine windakirin, çalakî li dar xistin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" çalakiya ku berê her hefte li pêş Sumerbankê li dar dixistin, vê hefteyê ji ber şewba vîrûsê li ser medya civakî pêk anîn. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Caner Canli daxuyanî da û li aqûbeta windayan pirsî. Canli diyar kir ku di sala 1994'an de li gundikê Cumere yê Gundê Entaxa Liceyê Fahrî, Mustafa, Alî, Ekrem û Ramazan Bulut hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin. Canli ji bo windayan edalet xwest.

Canli, anî ziman ku di 13'ê Gulana 1994'an de eskeran gundê ku ji 50 malan pêk dihat dan ber topan û wiha got: "Piştî topbaranê bi ser gund de girtin. Eskerên ji Fermandariya Yavuz Erturk Tuggeneral li gel eskerên Tugaya Komandoyên Çiya ya Bolu û Fermandariya Jendirmeyan a Liceyê hatin bi ser gund de girtin. Cerdevan jî bi wan re hatibûn. Gundî kom kirin û nasnameyên wan ji wan stendin. Fermandar piştî nasname kom kirin û xwest di nava nîv saetê de gund vala bikin. Pişt re 50 xaniyên gund tev şewitandin. Dema leşkeran dîsa nasname li gundiyan belav kir yên 7 gundiyan nedan wan. Mamê Dilber iskar dikir ku biçin biçin nasnameyên xwe bînin. Piştre mam û kurê xwe çûn nasnameyan bînin. Mustafa jî li pey wan çû û carek din venegeriya. Bavê Mustafua Bulut, Latif Bulut jî di 14'ê Gulana 1994'an de ji bo aqûbeta kurê xwe fêr bibe çû Licê. Di 12'ê Hezîrana 1994'an de li Gundê Bagcilar ê Pasûrê 8 cenazeyên ku hatibûn şewitandin hatin dîtin. Malbata Bulut di 25'ê Hezîrana 2008'an de serî li Şaxa İHD'e dan û bi alîkariya ÎHD'ê serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê dan. Hat diyar kirin ku 8 cenazeyên şewitî hatin dîtin aydî Ekrem Bulut, Ramazan Bulut, Ali Bulut, Mustafa Bulut u Fahri Bulut ên di 19'ê Gulana 1994'an de hatin destgîrkirin û windakirin e. Malbatê piştî mînaka xwînê dan derket holê ku hestî aydî Ali Bulut, Ekrem Bulut û Ramazan Bulut in. Fahri Bulut û Mustafa Bulut jî ne hestiyên wan û ne jî gora wan hêj nehatiye dîtin."

AMED

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 589’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar werin darizandin” li dar xist û vîdeoya çalakiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kir. ÎHD’a Amedê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên xizmên hev pirsî.

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Adnan Orhan ku di heman demê de kurê Mehmet Selîm Orhan ê ku winda ye axivî û wiha got: “26 sal berê bavê min, apê min û kurapê min ji aliyê eskerên ji Bolûyê anîbûn hatin windakirin. Hemû serlêdanên me bêencam man. Piştî 11 salan li Pasûrê gorek komî ya aîdî 8 kesan derket holê. Me xwest em hestiyên xwe werbigirin û bibin veşêrin da ku gorek me hebe. Lê bele dozgeriya Amed û Pasûrê û Saziya Tiba Edlî ya Amedê gotin hestî winda bûne û destûra me nedane. Hêj gorek me nîne. Em 8 malbat li ser gorekê kom dibin. Lê em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Lê divê kiryar werin darizandin û cezakirin.”