Li Îslahiyeyê bi pîleya 4, 6 erd hejiya
Li navçeya Îslahiye ya Dîlokê bi pîleya 4, 6 erd hejiya.
Li navçeya Îslahiye ya Dîlokê bi pîleya 4, 6 erd hejiya.
Piştî erdheja mezin a 6 Sibatê ku navenda wê Mereş e, gelek bajar hîna dihejin.
Îro jî li navçeya Îslahiye ya Dîlokê di saet 13.56’an de erd hejiya.
Rasatxaneya Kandîlî da zanîn ku erdhej 10 kîlometre kûrahiyê de çêbûye.
Wezareta Rêveberiya Karesat û Rewşa Lezgîn (AFAD) jî ragihand ku erdhej bi pîleya 4,3’an 14 kîlometre di binê erdê de pêk hatiye.