Li Îranê û Rojhilat bêkarî zêde dibe

Pirsgirêka bêkariyê ya li Îranê piştî krîza bi DYE'yê re girantir dibe. Saziya Plangeriya Çavdêriya Kar a Neteweyî ya Îranê ragihand, di bêkariyê de eyaleta Sinê li rêza pêşî ye.

Polîtîkayên aborî û civakî yên rejîma Îranê, pirsgirêkên siyasî, dîplomatîk ên bi hêzên navneteweyî re bandoreke giran li aboriya Îranê dike. Li Îranê û  Rojhilatê Kurdistanê bêkarî zêde dibe.

Pirsgirêka bêkariyê ya li Îranê piştî krîza bi DYE'yê re girantir dibe. Saziya Plangeriya Çavdêriya Kar a Neteweyî ya Îranê got di bêkariyê de eyaleta Sinê li rêza pêşî ye. Di rêza duyan de jî Çarmanah Baxtiyarî, di rêza sêyan de eyaleta Sîstan Belûcîstan tê.

Li Eyaletên Kirmaşah, Lorîstan û Îlamê jî bêkarî zêde dibe.

Li gorî encamên lêkolînê, li Urmiyê, Mazenderan, Gîlan, Sinê rêjeya bêkariyê mehên zivistanê pir zêde bûn. Tê gotin rêjeya  bêkariyê 6.50 ji 100'î ye. Li gorî encama lêkolînê mehên biharî rêje wê bibe 6.58 ji 100'î.