Li Îranê û Kurdistanê beriya bîranînan înternet hate qutkirin

Li Îranê ji bo bîranîna kesên di meha Mijdarê de di xwepêşandanan de hatin qetilkirin li ser medya civakî bang hate kirin. Heman piştî vê bangê li Kurdistanê û gelek eyaletên Îranê înternet hate birîn.

Li Îranê di meha Mijdarê de li dijî zêdebûna buhayê benzînê xwepêşandanên gel dest pê kirin û piştî demekê veguherîn raperîneke mezin a li dijî sîstemê. Tê texmînkirin ku di bûyeran de 300 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo bîranîna kesên hatin qetilkirin li ser medya civakî bang hate kirin. Di demeke wiha de li gelek eyaletan ji doh sibehê ve înternet hate birîn.

Li gorî nûçeya ajansa ÎLNA'yê, biryara qutkirina înternetê ji aliyê rayedarên ewlekariyê yên payebilind ve hatiye wergirtin. Ajansê ev nûçeya xwe spart rayedarên Wezareta Ragihandin û Agahdarkirinê ya Îranê.

LI KURDISTANÊ Û GELEK EYALETAN ÎNTERNET HATE BIRÎN

Di nûçeya ajansê de hate îdîakirin ku astengkirina înternetê tenê ji bo "astengkirina axaftina bi telefona mobîl a navneteweyî" ye. Bi vî rengî propagandaya reşkirinê ya ku rejîm timî dibêje "bûyer ji derve hatin tevdan" hate bibîrxistin.

Li gorî agahiyan malperên neteweyî weşana wan dewam dike û balkêşe ku bi taybetî li eyaletên Kurdistan, Elbrûz, Fars û Zencanê înternet hatiye birîn. Li gorî agahiyên ji aliyê ÎLNA'yê ve hatin ragihandin wê înternet li eyaletên cudatir jî bê birîn. Hate ragihandin ku li wan eyaletan di meha Mijdarê de xwepêşandanên xurt hatibûn kirin.

Lê belê balkêşe ku ÎLNA'yê nûçeya xwe guhert ku tê de digot, biryara qutkirina înternetê ji aliyê rayedarên ewlekariyê ve hatiye wergirtin.

Saziya civaka sivîl NetBlocks ku azadiya înternetê dişopîne ragihand ku înternet bi giranî di mobîlê de hatiye astengkirin.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hêzên ewlekariyê û milîsên rejîma Îranê di dema xwepêşandanan de zêdeyî 300 kes qetil kirin û ev yek jî weke "komkujiyeke tirsnak" pênase kiribû.