Li Îranê teqîneke din çêbû

Li başûrê paytexta Îran Tehranê, li febrîqeyekê vê sibehê teqînek çêbû. Hate ragihandin ku 2 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî medya xwecihî, teqîn li bajarê Bakerşahrê qewimî ku bi 50 kîlometreyî li başûrê paytext Tehranê ye.

Rayedaran ti daxuyanî nedan. Li gorî agahiyên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Li ser sedema teqînê û febrîqeya ku teqîn lê çêbû agahî bi dest neketin.

Di nava du hefteyan de cara duyemîn de ku li paytextê teqîn çêdibin. Yek ji wan li nêzî navendeke leşkerî pêk hat.

Roja Pêncşemê jî li santrala nukleerî ya Natanzê teqînek pêk hat û xisareke mezin lê bû. Li vê santralê febrîqeya dewlemendkirina ûranyûmê ya girîng heye. Gelek çavkanî Îsraîlê ji van teqînên dema dawî çêbûn, berpirsyar dibînin.