Li Îranê girtî li dijî darvekirinê di greva birçîbûnê de ne

Mehkûmên siyasî yên li girtîgeha Dastgerd a li bajarê Îsfahan a Îranê, tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî darvekirinê bûn.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI DIJÎ DARVEKIRINÊ

Di çarçoveya kampanya 'Na ji darvekirinê re' ya meha Sibatê li 25 girtîgehên Îranê hate destpêkirin, her Sêşemê çalakiya greva birçîbûnê tê kirin. Girtiyên Kurd, Belûc û Ereb ên siyasî li dijî cezayê darvekirinê helwestê nîşan didin.

Li Îranê di sala 2023'an de 853 kes hatin darvekirin. Piştî serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' rêjeya cezayê darvekirinê yê li Îranê ji sedî 48 zêde bû.