Li Îranê  di 5 rojan de 12 kes mirin, zêdetirî 400 kes hatin binçavkirin

Hate ragihandin ku li çalakiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ku ev 5 roj in didomin 12 kesan jiyana xwe ji dest da. Hejmarên fermî , hejmara binçavkiriyan 410 dide.

Hate ragihandin ku di çalakiyên gel de yên li dijî hejarî û polîtîkayên zextan a rejîma Îranê yên li Rojhilat û Îranê, ku ev 5 rojin didomin  12 kesan jiyana xwe ji dest dane. Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku di çalakiyên de li tevayî welat  12 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di roja 3’emîn a çalakiyan de li bajarê Dirûdê yê eyaleta Loristanê 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Şevê din di çalakiyan de li bajarê Îzeh ku Lor lê dijîn ê girêdayî eyaleta Ehwazê 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Diyar nebû ku bê windahiyên din li kîjan bajaran çêbûne.

Ji roja ku çalakî destpêkirine heta niha li gorî daxuyaniyên fermî hate ragihandin ku li Tehran, Kirmaşan û Arakê 410 kes hatine binçavkirin.

Lê diyar dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir e.

Li aliyê din avahiyên girêdayî Îranê li gelek bajar û bajarokan hatin şewitandin. Dîsa li gelek bajaran avahiyên girêdayî Besîceyan (yên ji bo rejîmê kar dikin) hatine şewitandin.