Li Îranê çalakî didomin, lê çapemenî dibêje çi?

Çapemeniya Îranê li hemberî çalakiyên gel di rojên pêş de xwe ker kir û îro jî gotinên Rûhanî derxist pêş! Lê nakokiya di navbera mûhafazakar û reformîstan a di çapemeniyê de didome.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên gel ên li dijî polîtîkayên hejarî û binpêkirina mafan ên rejîmê kete roja 5’emîn. Çapemeniya Îranê ya mûhafazakar û reformîstan rexneyên li dijî hev piçekî kêm kirin. Rojnameyên Îranê îro gotina Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ya ku dibêje, “Mafê gel ê rexnekirinê heye lê ew ê destûr ji êrîşkariyê re neyê dayîn” derxistin pêş.

ŞÎRETÊN REFORMÎSTAN

Rojnameya Aftabî Yes a nêzî reformîstan şîret li çalakvanan kir û got, “Divê em bi gel re biaxivin, rexnelêgirtin mafekî sereke ye lê divê em kêfa dijminan neynîn, dewlet li ser soza xwe ye. Berjewendiyên gelên Îranê ne li xema Serokê Amerîkayê ye..”

SUUDÎ JÎ POPULER IN

Rojnameya mûhafazakaran a bi navê Cewan jî cih da daxuyaniya Îtlaatê ya ku îstîxbarata Îranê ye. Îstîxbarata Îranê duh daxuyandibû ku, tweetên ji bo ku gel dakevin qadan ji welatên Suudî Erebistan, Îsraîl û Ewrûpayê tên şandin û argumana “mîhrakên derve” derxist pêş.

HEDEFA MÛHAFAZAKARAN JINÊN ÇALAKVAN E

Sernivîskarê Rojnameya mûhafazakaran Keyhanê Huseyîn Şerîatmedarî jî jinên çalakvan ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji xwe re kir hedef û got, “Di çalakiyan de em jinan dibînin. Makyaja wan a mehane, sê caran li meaşê karkeran e lê ji hejariyê gazinan dikin. Di hin çalakiyan de em hin mêran dibînin, lê bi tenê navê wan mêr e….”

‘LI PAŞ RÊBER KES TUNE’

Şewirmendê Mîr Huseyîn Mûsevî yê ku di sala 2009’an de namzetê reformîstan bû, Erdeşîr Emîr Encument jî li ser malpera xwe bang kir ku divê li dûrî şîddetê were sekinandin û diyar kir ku otorîteriya dînî Alî Xamaney tenê tê hiştin û got, “Şîddet, veqetîn, bêhevî toximê kaosê ye. Rêber tenê maye, êdî gel ne li pişt wî ye. Ji ber ku kêşeya civakê gelekî kûr e.”

BANGA LI ARTÊŞÊ

Malpera komunîstên li derveyî welat Fedaîyane Xelkê jî bang li artêşa Îranê kir û got, “Daxwazên gel meşrû ne. Divê gule li gel neyê reşandin. Artêşa Îranê parçeyekî gelê Îranê ye, divê ew peywira xwe ya sereke bi cih bînin. Hûn dikarin ji dê û bavê xwe bipirsin ku leşkerên beşdarî şoreşa 1979’an bûbûn çawa bi gul û kulîlkan hatibûn ezimandin.”