KJAR: Çalakiyên li Îranê ji bo jinan fersendeke pir mezin e

‘Helbet pir watedar û girîng e ku ev serhildanên gel bi pêşengiya jinan derketiye holê û her wiha nerehetiya ji pergalê pêşî ji hêla jinan ve hatiye vegotin û daxwazên civakê bi aqil û nasnameya jinê hatiye ziman.’’

KJAR’ê got, ‘’Em geşedanên li Îranê û Rojhilatê weke têkoşîneke demokratîk bi nav dikin, em diyar dikin çi kesê alîgirê demokrasiyê û azadiyê divê di nav vî agirê serhildanê de cihê xwe bigirin’’.

‘ÎRAN NIKARE PÊŞÎ LI DAXWAZA AZADIYÊ BIGIRE’

Tevgera Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê KJAR’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan 2017 li pey xwe hiştinee ketine saleke  nû ya têkoşîn û şoreşê, sersal di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û hemû mirovahiyê pîroz kir û got ew hêvî dikin 2018 ji bo Kurdistanê û hemû dinyayê bibe sala azadiyê. KJAR’ê di daxuyaniyê xwe her wiha diyar kir ku ew bi hurmet hevrêyên xwe yên 2017’an şehîd bûne bi bîr tînin.

KJAR’ê bal kişande ser sala 2017’an, diyar kir ku sala 2017’an saleke tije têkoşîn û berxwedan bûye, hem li Kurdistanê, hem li Rojhilata Navîn û dinyayê geşedanên girîng rû dane, bi Têkoşîna Azadiyê ya bi Rêbertiya Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku kete sala 40’î gelê Kurd gelek serkeftin bi dest ve anîne û şehîdên xwe yên ku di van serkeftinan de xwedî roleke giring in bi soza berxwedanê bi rê kirine û li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat li dijî dîktatorî û faşîzmê têkoşîn geş kirine.

KJAR’ê bi berdwamî diyar kir ku li dijî hemû fişar, zext û zordariyan xet û têkoşîna azadî, demokrasiyê ya gelan bi ser ketiye û xeta têkoşîn û berxwedanê ya li tevahiya Kurditanê li Rojhilatê Kurdistanê jî derketiye holê, li dijî kirinên faşîst û înkarê yên dewleta faşîst a Îranê gelê Rojhilat gelek caran li ber xwe daye û serî hildaye, ku 2017 ji bo gelê Rojhilat, bi taybetî ji bo jinê bûye saleke hem dijwar û hem jî berxwedanê û dewleta Îranê weke her carê 2017’an jî li dijî Kurdan polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê, şikandina vînê û dûrxistina Kurdan a ji azadiyê domandiye; hewl daya ku aboriya Kurdistanê tine bike, civakê marjînalîze bike, fihûşê berbelav bike, pişaftina çandî bike û bi polîtîkayên sîxûriyê hewl daye ku gel bipirnisîne, ku tiştên li Kirmaşanê ya bi erdhejê kavil bûyî encama van polîtîkayan e lê rejîma Îranê her çendî ev polîtîkayên xwe yên faşîst domandibin jî nekariya Kurdan ji daxwaza azadiê dûr bixîne û sedema êrîşkariya rejîma Îranê jî ev e.

 ‘ENCAMA SIYASETA ÇELEXWEHRÎ Û GEMARÎ’

KJAR’ê bal kişande ser wê xalê ku hişmendiya rejîma Îranê ne tenê li dijî Kurdan e, li ser hemû gelên Îranê heman polîtîkayê dide meşandin û rêça dewletê ya Îranê li ser wê ava bûye ku civakê ji civakîbûnê derbixe; civakê bi birçîbûn, zayendî, bê polîtîkayê, bê perwerde û bi dînparêziyê terbiye dike, hewl dide ku mekanîzmayên berxwedanê yên civakê biqedîne, bi karekterê xwe yê klasîk ê netew-dewletiyê  hatiye kodkirin ku yê ne jê be tine bike û bi vê sedemê jî beşê civakî yê ku herî pir êrîşê bi ser de dibe û dixwazin kontrolê li ser bike jin û ciwan in.

KJAR’ê bi berdewamî got rejîma Îranê bi êrîşa li ser jinê dixwaze exlaq, wijdan, şaneya raçînkî bikuje, bi êrîşa li ser ciwanan jî dixwaze siberoj, enerji û hêla muxalîf a civakê marjînalîze bike, li ser ser xwepêşandanên gel ên van çend rojên dawî yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî got, ‘’Protestoyên ku ev çend roj in li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê didomin, pêl bi pêl belav dibin, ev protestoyên dijî pergalê encama siyaseta çelexwehrî û gemarî ne.’’

 ‘DIVÊ BI AQIL Û PÊŞENGIYA JINÊ TÊKOŞÎN WERE DAYIN’

KJAR’ê bi domdarî got di dîroka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de cihê tevgerên berxwedaniya gel, rêxistiniyan a li dijî rejîmên dîkta heye û serhildanên ku niha li Îranê û Rojhilat dibin jî berdewamiya vê rêça berxwedaniyê ne; çalakiyên ku destpêkê ji ber sedema krîza aborî dest pê kirin piştî ku daxwazên siyaseta demokratîk derketin pêş bûye xwedî karekterekî cuda û got, ‘’Ev çalakiyên ku bi pêşengiya jinan li dijî kirinên neheq ê pergala dewletî bi tevlêbûna her kesî derketin holê têkoşîna demokrasiyê ya gel e. Em KJAR van geşedanan bi rengê têkoşîna demokratîk bi nav dikin û bang li hemû kesên alîgirê demokrasiyê û azadiyê dikin ku di nav vî agire serhildanê de cihê xwe bigirin. Helbet pir watedar û gaveke rast e ku ev serhildanên gel bi pêşengiya jinan dest pê kiriye, nerehetiya li dijî pergalê pêşî ji hêla jinan ve hatiye vegotin û daxwazên civakê bi aqilê jinê û bi nasnameya wê derketiye holê. Ji ber ku di nav vê pergalê de ên ku herî pir neheqî li wan tê kirin em jin in. Di dîrokê de jî jinan şoreşa Fransayê dane destpêkirin û pêşengî ji pêvajoya dîrokî re kirine. Li dinyayê dema ku mirov li têkoşînên gel dinere her demê em dibînin ku jin li eniyên pêş in.  Ji dîrokê ta niha aqil û dilê jinê li ser karakterê aqil û dilê civakê mohra xwe daniye û niha jî li Îranê û Rojhilat, di serhildanan de jin bi berxwedaniya xwe yeka dî li vê zêde dikin.

KJAR’ê bi domdarî bal kişande ser giringiya rêxistiniya jinê û got, ‘’Jina rêxistinî tê wateya civaka rêxistinî. Ev nasnameya têkoşîna demokratîk a gel e, ji bo serkeftinê bivenevê ye. Ev jî rastiyek e ku heta karakterê guherî yên li Rojhlilat û Îranê derketî holê heeke bi nasnameya resen a jinê neyê strandin serfiraziya rasteqîn dernakeve holê. Ji bo vê jî divê hemû jin, hêzên rêxistinî yên jinê bi vê rastiyê tevbigerin û li dijî neheqiyan dengê xwe bikin yek.’’

 ‘LI ŞÛNA HÊVIYA JI DEWLETÊ XWERÊXISTINÎ’

KJAR’ê li ser helwesta dewleta Îranê ya li dijî çalakiyên gel jî got helwesta dewleta Îranê ya li dijî çalakiyên gel weke helwesta klasîk a dewletên dîktator e ku ji nedîtî ve tê û bi zext û zordariyê, bi polîtîkayên komkujiyê dixwaze ser bigire û civakê bêdeng bike û domand, ‘’Helwesta wê ya li bara daxwazên demokratîk kuştin e. Bersiva dewleta Îranê ya ji bo daxwazên demokratîk her demê wiha bûye. Komkujiya li Lorîstanê ya bi destê dewletê berdewamiya  vê polîtîkayê ye. Şehîdên dema çalakiyan divê weke şehîdên demokrasiyê werin navandin û geşkirina têkoşînê peywira her kesî ye. Pênasekirina tiştên ku dibin a bi rengê navtêdana hêzên derve, an jî pênasekirineke jirêzê bi armanca şîlokkirina helwesta gel e.

Bi pozîsyoneke wiha ne ku ew bi xwe jî ji gotinên xwe bawer nakin. Di rewşên wiha de li şûna ku mirov ji dewletê tiştekî hêvî bike, helwesta herî rast ew e ku gel li ser rêxistiniya xwe û hêza têkoşîna xwe ava bike. Ji bo Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tekana rêya felatê yekîtiya demokratîk a gelan e. Ji bo ku hemû gelên li Îranê dijîn li siberojên azad û demokratîk bikaribin bi hev re bijîn weke dermanê faşîzmê mirov yekîtiya demokratîk a gelan ava bike. Ji bo vê jî divê mirov têbikoşe, li dijî nêzîktiya civaka yek ziman, yek çand, yek nasname helwesta xwe diyar bike. Jin divê bi pêşengiya têkoşîna demokratîk rabin,  bi rêxistiniyeke hê geştir divê siyaseta demokratîk bidin rûniştiandin.’’

 ‘EM Ê SALA 2018’AN BIKIN SALA AZADIYÊ’

KJAR’ê di daxuyaniya xwe de herî dawî diyar kir  sala 2018’an ji bo gelê Kurd wê bibe saleke zêdetir berxwedan û têkoşîn û Rojhilatê Kurdistanê jî wê weke berê bibe parçeyek ji têkoşîna mezin û got, ‘’Di vê sala nû de em KJAR sond dixwin ku têkoşîna azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê geştir bikin û ji bo ku sala 2018 bibe sala azadiyê em bang li jinên Rojhilat dikin ku tevlî têkoşîna azadiyê bibin. Em biryardariya ku 2018’an bikin sala azadiyê ya Rêber Apo û Kurdistanê ji her demê zêdetir dijîn.’’