Li Îranê banga greva giştî

Li Îran û Rojhilat çalakiyên gel zêdetir dibe û li welat banga greva giştî hate kirin.

Li Îran û Rojhilat çalakiyên gel ên li hemberî polîtîkayên pêkutiyê yên rejîmê, di roja 5’emîn de didome.

Li gelek cihên welat çalakî bi şev jî domiyan û ji bo sibê banga greva giştî hate kirin. Çalakvanan li ser medyaya civakî bang li karker û karmendan kirin ku bila sibê dest bi grevê bikin.

Ji ber zêdebûna çalakiyan rejîma Îranê duh înternet qut kiribû û bernameyên medyaya civakî Telegram û Instagramê asteng kiribû.

Ji aliyê din ve jî hate ragihandin ku li Tehranê duh nêzî 200 kes hatine binçavkirin. Alîkarê Gerînendetiya Emniyeta Tehranê Esxerê Nasirbext ji ajansa fermî ya Îlna’yê re axivî û diyar kir ku li Tehranê 200 kes hatine binçavkirin.