Li Îngîltereyê piştgiriya çalakiya Dusseldorfê hate kirin

Kurdistaniyên ku li Bakurê Îngiltereyê dijîn ji bo piştgirîdayîna çalakiya bi dirûşmeya  ‘Ji Abdullah Ocalan û hemû girtiyên politîk re azadî’ li Dusseldorfê hatibû lidarxistin, mîtîngek li dar xistin.

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi hezaran kesan bi dirûşmeya “Em rê nadin faşîzmê! Ji Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî” meşek lidarxistibûn. Bi armanca piştgirîdayîna çalakiyê û şermezarkirina êrîşa polîsên Elman li Bakurê Îngiltereyê, Meclîsên Gelê Kurd çalakiyek hevpar li dar xist.

Meclîsên Hûll, Lîverpool, Bîrmîngham û Shefîeld, di mîtînga ku li Shefîeldê bi armanca piştgirîdayîna berxwedana gelê Kurd û dostên wan mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de dirûşmeyên ‘Em hemû PKK ne’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ hate berzkirin.