Li Îdlibê çi diqewime, Erdogan çima gefê li Efrînê dixwe?

Plana ku salekê li ser kar hate kirin, jê re garantoriya jê alî hate gotin û bi civînên Astanayê dewam kir, qediya.

Recep Tayyîp Erdogan careke din berê xwe da DYA. Di der barê Efrînê de kir qareqar û got, "Ya wê teslîm bibin, ya jî em ê Efrînê bi ser wan ve birûxînin; wê her kes bibîne bê di nava hefteyekê de çi bibe." Baş e, çima?

LI ÎDLIBÊ ŞEREK DIQEWIME KU NAV LÊ NEHATIYE KIRIN

Rûsyayê bi plana garantoriyê re ku bi Îran û Tirkiyeyê re ava kir, xwest li hin herêman şer bisekinîne. Lê plana bingehîn ew bû ku çeteyên ser bi Tirkiyeyê bi temamî ji Îdlibê derxîne. Ji bo vê jî civînên Astanayê organîze kir. Çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve tevlî civînan kir û bi vî rengî ew teslîm girt. Lê belê Tirkiyeyê Nûsra tevlî vê civînê nekir. Armanc ji vê jî ew bû ku siyaseta xwe ya berê li Sûriyeyê bidomîne. Herî dawî payîza bihurî biryar hate dayin ku Tirkiye bikeve nava Îdlibê. Rûsya û Îranê destûr dan Tirkiyeyê ku bikeve nava Îdlibê, ji bo li dijî Nûsrayê bide şerkirin. Lê belê li şûna şerkirinê, Tirkiyeyê bi tifaqa Nûsrayê re kete nava Îdlibê. Li şûna ku nuqteyên jê re hatine destnîşankirin kontrol bike, bi rengekî ku dorê li Efrînê bigire bi cih bû, kete çeperan. Li şûna ku hêzên xwe yên leşkerî, bi giranî tank, top, hawan, fuze û çekên din ên giran şand ji Nûsra û komên din ên li Îdlibê. Ji xwe Tirkiye hemû komên li Îdlibê weke hêza 'Mertala Firatê' pêşkêş kir. Erdogan navê vê jî guherand û kir 'Mertala Rojhilat'.

Piştî ku Tirkiyeyê plana derxistina çeteyan ji Îdlibê bi cih neanî, Rûsyayê tevî artêşa rejîmê dest bi operasyona Îdlibê kir.

Di navbera çeteyên Tirkiyeyê û artêşa rejîma Baas a Sûriyeyê de niha li Îdlibê şerekî dijwar diqewime. Rûsya jî ji hewayê piştgiriyê dide artêşa rejîmê. Çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve jî, bi tank, top, hawan û fuzeyên ku Tirkiyeyê ji wan re şand, li dijî rejîma Sûriyeyê şer dikin. Di rewşa heyî de şerekî ku nav lê nehatiye kirin diqewime. Ev şer jî şerê navbera Tirkiye û Sûriyeyê ye. Leşkerên Tirk niha li hin cihên Îdlibê tevî çeteyên ku li dijî artêşa rejîmê şer dikin tevdigere.

JI RÛSYAYÊ XWEST KU ŞER BISEKINÎNE, LÊ...

Rêveberiya Tirk çend roj berê bang li sefîrên bilind ên Rûsya û Îranê kir û li Wezareta Karên Derve ji wan xwest ku operasyona artêşa Sûriyeyê bidin sekinandin. Rûsya û Îranê bi rengekî vekirî destnîşan kirin ku operasyon wê neyê sekianndin û heta Nûsra û komên din ên çete ji Îdlibê werin derxistin an jî tinekirin wê operasyon bidme. Bi van daxuyaniyan re derkete holê ku tifaqa Tirkiyeyê bi Rûsyayê re kiriye, tifaqeke taktîkî ye. Niha artêşa Tirk û komên çete yên pê ve girêdayî li Îdlibê û deverên din ên Sûriyeyê asê mane. Derxistin an jî tinekirina çeteyan li cihê asê mane, tê wê wateyê ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya ku îflas kiriye, bi temamî biqede. Çeteyên tengavbûyî tê wateya Erdogan ê tengavbûyî. Ji ber vê yekê Erdogan gef li Efrînê xwar û got ku wê di nava hefteyekê de êrîş bikin. Erdogan dema êrîşa li dijî Efrînê jî eşkere dike. Cihê nîqaşê ye, bê dikare berê artêşa xwe bide Efrînê yan na. Di pêvajoyeke wiha de ku bûyerên siyasî gelekî zû û bi lezgînî diqewimin, êrîşeke li dijî Efrînê wê bibe helwesteke ehmeqî. Lê belê dema ku mirov bînin bîra xwe ku her tiştên Erdogan heta niha kirine bi ehmeqî bû, hingî dibe ku êrîş bike. Siyasetmedar, pisporên siyasetê û dîplomat bi rengekî vekirî dibêjin, eger Tirkiye êrîş bike wê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê derbasî nava Tirkiyeyê bibe. Gelek derdor radigihînin ku ev êrîş wê li Bakurê Kurdistanê jî rê li ber gelek bûyeran veke.

Pirs ew e; eger artêşa Erdogan êrîşî Efrînê bike wê şer û êrîş tenê li Efrînê bimîne yan na? Ji daxuyaniyên fermandarên YPG û QSD'ê ev tê fêhmkirin; êrîşeke gengaz wê tenê li Efrînê nemîne. Nirxandinên ku dibêjin 'wê şer derbasî nava Tirkiyeyê bibe' ne nirxandinên pûç û ji rêzê ne.

XWEST JI NÛ BERÊ XWE BIDE DYA, GELO WÊ RÛSYA ÇI BIKE?

Erdogan dema ku gefa êrîşê li Efrînê dixwar, di heman demê de peyam da ku dixwaze careke din xwe nêzî DYA bike. Erdogan li dijî DYA û welatên NATO'yê der barê Sûriyeyê de bi Rûsyayê re tevgeriya. Nêzî du sal in hewl dide bi Rûsya û Îranê re tevbigere. Ji destpêkê ve dihate zanîn ku Rûsya û Îran dixwaze çeteyan bê tesîr bikin. Lê belê dixwestin ku bi destê Erdogan û Tirkiyeyê vê bikin. Tifaqa Tirkiye û Nûsrayê jî bi wesîleya Îdlibê eşkere bû. Piştî ku derket holê ku Tirkiye dest ji Nûsra û komên Birayên Misilman bernade û wê bixwaze her tim wan bi kar bîne, rejîma Sûriyeyê berê xwe da Îdlibê. Hêzên rejîmê bi pêş ve diçin. Rojên bê eger hêzên rejîmê xwe gihandin nuqteyên çavdêriyê yên leşkerên Tirkiyeyê, dibe ku wê çaxê her du artêş bên hemberî hev. Ev rewş nîşan dide ku şer wê tenê nebe şerê çeteyan û rejîmê.

Ji ber vê yekê, Erdogan nîşan da ku dixwaze tifaqa xwe ya bi Rûsyayê re li dijî DYA û welatên NATO'yê kiriye xera bike, bi vî rengî xwe nêzî DYA bike û pê re bixebite. DYA wê bi çi rengî nêzî vê bibe, ji niha ve mirov nikare tiştekî bêje. Lê belê tiştek heye ku tê zanîn; DYA wê careke din ji Tirkiyeya bi rêveberiya Erdogan bawer neke, ji ber ku bi Rûsya û Îranê re li dijî wan tifaq kir û têkilî danî.

Recep Tayyîp Erdogan berê xwe ji nû ve da DYA. Tê payin ku Rûsya nerazîbûneke mezin nîşanî vê rewşê bide. Dibe ku dosyayên xistina balafirê û kuştina sefîrê bilind ku heta niha timî taloq kir, ji nû ve veke. Her wiha eger agahî, belge û dosyayên li ber destê xwe yên li ser têkiliya Tirkiyeyê bi Nûsra, DAÎŞ û komên Birayên Misilman veke, dibe ku pêşî li pêvajoyeke ku Tirkiye li Neteweyên Yekbûyî û platformên din ên navneteweyî were darizandin, veke. Di destê Rûsyayê de ji peymana Tirkiyeyê ya bi DAÎŞ'ê re li ser petrolê heta şandina çekan ji bo DAÎŞ û El Nûsra gelek belge, dîmen û dosya hene.

GIRÎNGIYA EFRÎNÊ

Li bakurê Efrînê Kîlîs, li bakurê rojava Îslahiye, li rojava Hatay Kirikhan, Hassa, li başûrê rjoava Reyhanli, Atme û Îdlib, li başûrê wê navçeyên Nûbûl, Zehra, Anedan, Herîtan, bajarê Helebê û li rojhilatê wê jî Ezaz heye. Efrîn bi 60 kîlometreyan dûrî Helebê ye. Di fermiyetê de navçeyeke ser bi Helebê ve ye ku heft nehiyeyên wê hene. Sala 2013'an biryar hatibû dayin ku bibe bajar, lê belê ev biryar bi cih nehate anîn.

Efrîn tê wateya Helebê. Êrîşek li dijî Efrînê her wiha êrîşek li dijî Helebê ye. Weke yek ji depoyên madeyên xav ên Helebê ye.

Piştî ku Erdogan û Tirkiyeyê berê xwe da DYA û gefa êrîşê li Efrînê xwar, armanca wê ya li ser Helebê jî eşkere bû. Ev yek jî tê wateya betalbûna peymana Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê re li ser vekişîna çeteyan ji Helebê. Tê wê wateyê ku hewl dide hin hesabên xwe yên li ser serwerbûna li Helebê û hin herêmên Sûriyeyê, bi rêbazên cuda dixe meriyetê.

Ev hemû nîşan didin ku têkiliyên TC û DYA, TC û Rûsya hê tevlîhev bûne. Ev rewşa tevlîhev her wiha nîşan dide ku serdema îzolebûna polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê dest pê kiriye. Ji xwe Rûsyayê têra xwe Tirkiye bi kar anî!