Li Êlihê panela tecrîdê: Wê Ocalan çareseriyê bîne

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û wiha got; “Îro yên çareseriyê naxwazin Ocalan tecrîd dikin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo balê bikişîne ser tecrîa giran a li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, li Salona Konferansê ya Şaxa Sendîkaya Petrol-Îş’ê ya Êlihê panel li dar xist. Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Nîzamettîn Toguç di panelê de axivîn û gelek kes jî beşdarî panelê bûn.

‘ÇARESERÎ DI PARADÎGMAYA OCALAN DE YE’

Parêzer Ûysal anî ziman ku dema kesek ji 3 rojan zêdetir bi kesekî re nikaribe hevdîtin bike ew tê tecrîdkirin û got: “Îro birêz Ocalan ji roja hat girtin û heta niha tecrîda girankirî lê tê kirin. Tecrîd ne hiqûqî ye. Girtiyên li cem Ocalan jî tên tecrîdkirin. Ev yek bêhiqûqî ye.”

Ûysal komploya navnetewî ya li dijî Ocalan bi bîr xist û wiha domand: “Çawa tiliya hêzên navnetewî di dîlgirtina Ocalan de heye, îro bi heman rengî tiliya heman hêzan di tecrîdkirinê de jî heye. Ocalan bi xwe modernîteya demokratîk e. Çareserî di paradîgmaya Ocalan de heye û ya herî girîng jî Ocalan bi xwe çareserî ye. Yên çareseriyê naxwazin Ocalan tecrîd dikin. Em dixwazin hevdîtinê bi miwekîlê xwe re bikin, lê bi polîtîkayek taybet red dikin. Ev pêkanîn li dijî hiqûqê ye. Qanûnên vî welatî bi taybetî ji bo Îmraliyê tê guhertin.”

‘LI CÎHANÊ TECRÎDEKE WIHA NÎNE’

Ûysal diyar kir ku li cîhanê tecrîdekî wiha nîne û wiha got;”Hêzên naxwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe yên li Rojhilata Navîn çareseriyê naxwazin. Em parêzerên Ocalan ji bo tecrîd ji holê bê rakirin tişta ji destê me em ê bikin û heta Ocalan bê berdan jî wê têkoşîna me ya hiqûqî dewam bike.”

‘OCALAN RÊBERÊ GEL E; DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN

Pişt re Hevserokê HDP’a Êlihê Nîzamettîn Toguç jî destnîşan kir ku Ocalan jî mîna Mandela û Arafat rêberê gelekî ye û wiha got: “Ya îro tê tecrîdkirin rêberê gelekî ye. Zexta li ser rêber, bi heman rengî li ser gel jî dikin. Bi salan e kurd bi tunekirinê re rû bi rû ne. Sed sal e ev polîtîka didome. Bivê nevê divê ji bo rakirina tecrîdê em li ber xwe bidin. Armancek din a tecrîdê jî parçayek polîtîkaya pişaftinê ye. Ji bo vê divê em dawî li tecrîdê bînin.”