Li Êlihê 195 kes hatin binçavkirin û 25 kes jî hatin girtin

195 kesên ku desteserkirina vînê protesto kirin hatin binçavkirin. Ji van 25 kes hatin girtin û ji bo 5 kesan jî cezayê hepsa malê hate dayîn.

QIRKIRINA SIYASÎ

Şaredariya Êlihê ji aliyê AKP-MHP'ê re bi tayînkirina qeyûm hate destserkirin û di çalakiyên protestokirina desteserkirinê de bi tevahî 195 kes hatin binçavkirin.

Ji 195 kesên ku hatin binçavkirin 25 kes jê hatin girtin û ji bo 5 kesan cezayê hepsa malê hate dayîn û yên din serbest hatin berdan.

Navê çend kesên ku hatine girtin wiha ne: "Hatîce Taş, Mizgîn Sonuk, Yusuf Kaya, Ozdemir Çelik, Fikret Soysal, Vedat Ozer, Esma Ozmen, Serhat Ayar, Ridvan İlhan, Feyzullah Mebiş, Muhammed Ekinci, Argeş Toparli, Mesut Aydin, Mahsup Salim, Semih Ocakhan, Adnan Vural, Yoldaş Eker."