Li Çewlikê leşkeran hundirê malê kolan, talan kirin

Li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê li gundikê Xişxişokê leşkerên Tirk avêtin ser malekê, hundirê malê kolan, talan kirin û li jinan xistin.

Leşkerên Tirk avêtin ser gundikê ji 15 xaniyan û di 21'ê Kanûnê de bi îdîaya "Li gundik hin kesên ku li wan digerin hene" gundik dorpêç kirin.

Gundî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û kiryarên li dijî wan hatin kirin vegotin. Gundiyan gotin, bi navê 'lêgerînê' eşyayên li malên wan ji hev xistin.

Leşkerên ku di lêgerînan de tiştekî nedîtin, nava mala Zekî Sayak (85) ku cezayê wê hatibû erêkirin, bi hinceta ku "kamp heye" vedan. Gundiyan destnîşan kir ku dema jin li ber vê yekê rabûn, leşkeran tundî û heqaretê li wan kirine û li wan dane. Leşkeran di lêgerînan de lihêfan jî ji hev xistine û nava wan kontrol kirine. Gundiyan diyar kir ku leşkeran timik ji wan pirsiye ku kesên li wan digerin li gund hene û pirsa wan kirine û ev bersiv dane wan: "Me jî got li gund najîn. Jixwe ji ber zextan kes li gund nemaye. Tenê jin, zarok û çend extiyar mane. Zarok ji tirsan diricifîn û digiriyan. Zanibûn ku kesê li wan digerin li gund nînin. Tenê ji bo îşkence li malbatan bikin bi ser gund de girtin."

Gundiyan da zanîn ku leşkeran destpêkê telefonên çend kesan desteser kirine û paşê şikandine.

Gundiyan, destnîşan kir ku ji ber ku gundê wan çiyayî ye û zivistanê çûn û hatin zehmet e û zexîreya xwe ya zivistanê zû digirin û ev tişt gotin: "Zexîreyên me rêjandin erdê. Em ê vê zivistanê çawa bikin? Zanibûn ku kesên li wan digerin ne li vir in. Gef li jinan xwarin û diyar kirin ku heke kesên li wan digerin neyên dê careke din bi ser gund de bigirin û dev ji wan bernedin."

Gundiyan, herî dawî daxwaz kirin ku tiştên ku li gund hatine di cih bên lêkolînkirin û ji bo vê yekê bang li rêxistinên mafên mirovan û parlamenteran kirin.