Li Çemçemal, Silêmanî û Helebçeyê pêşangeha jin ên ciwan

Rêxistina Jin ên Ciwan ên Têkoşer, ji bo piştgiriyê ji hunera jinên ciwan û nasandina wê re bike,, li Çemçemal, Silêmanî û Helebçeyê bi dirûşmeya "Bi çavên jin ên ciwan jin û Kurdistan" pêşangeha wêneyan li dar xist.

Li Başurê Kurdistanê, di alî civakî de jin kêm tene dîtin, rista wê tê binpêkirin, tundiya li ser jinê zêde ye. Ji ber vê yekê ev xebata hunerî ku Jinên Ciwan di her qadî de gelekî bal kişand û dengekî veda. Bi vê çarçoveyê dev xebat bi gotinek din li dij civakê sekinî û bandor li ser civakê kir. Li her sê pêşengehan eleqeyek zêde hebû, bi hezaran kes çû pêşengehê, ku di nav van de gelek zilam jî hebûn.

ÇEMÇEMAL

Li Çemçemal pêşengeh di 14-15 Hezîranê de pêk hat. 12 jinên ciwan bi resmê xwe yên ku xêz kiribûn tevlê bûn. Pêşengeh li Cafeyekî teybet pêk hat. Li Çemçemal bi sedan kes pêşengehê ziyaret kir. Di nav ziyaretvanan de Qeymakam û Serokê Şaredariyê jî hebû. Jin ên Ciwan ên ku bi kedeke mezin ew resma xêz kiribûn duh roj ji gelek kes û ragihandinê re behsa çîroka resmê xwe kirin. Jinên Ciwan ên ku tevlî pêşengehê bibûn piraniyê xwe peyama, “Bila tund û tijiya li ser Jin rabe” dan û behsa giringiya piştgiriya li jinê kirin. Di pêşengehê de gelek tablo ji alî ziyaretvanan ve hatin kirîn.

SILÊMANÎ

Li gel ku astengiyan jî pêşengeha Jinên Ciwan li Majîdî Moll pêk hat. Pêşengeh di 16-17 Hezîranê de bi beşdarbûna 6 jinên ciwan hate danîn. Piranî jê jin, bi sedan kesî serdana pêşengehê kir. Gelek ragihandinên heremê û cîhanê di pêşengehê de li ser şêwekar û resman dosya û bernameyên taybet çêkirin. Pêşengeh du rojan domand û di pêşengehê de gelek tablo hatin firotin.

HELEPÇE

18 Hezîranê li Helepçe bi beşdarbûna 9 jinên ciwan pêk hat. Li Helepçe jinên ciwan ji bo ku pêşengehê deynin gelek problem derketin, bi israra jinên ciwan pêşengeh li Parka Baxê Giştî pêk hat. Qeymeqamê Helepçe cih neda.Li gel vê jî li Baxê Giştî pêşengan hate danîn. Pêwendiyeke zêde ji bo pêşengehê hebû û gelek tablo hatin firotin.

Jinên Ciwan ên Têkoşer, bi pêşengeha Helepçe dawî li xebata xwe ya pêşengehê anî. Bi giştî 27 jinên ciwan bi awayek fermî tevlî pêşengehê bû. Jinên Ciwanvdi alî xebatên hunerî û xebatên din d kar û xebatên xwe didomîne.

Jin ên Ciwan ên Têkoşer dide diyar kirin ku ev pêşengeha ku li Çemçemal, Silêmanî û Helepçê pêk hatiye ji bo bîranîna Bariş Çakan e, ku li paytexta Tirkiyê Enqerê ji bo ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir bi destê Tirkan hatibû şehîdkirin.