Li 8 navendan hişyariya butçeyê hat kirin
Li 8 navendan hişyariya butçeyê hat kirin
Li 8 navendan hişyariya butçeyê hat kirin
Li 8 navendan KESK'ê bi şiyara "Em peymana Firotinê qebûl nakin! Em ji Bûtçeyê mafê xwe dixwazin" rojek gireva şiyariyê li darxist. KESK'ê der barê girevê de daxûyani dan û meş li darxistin.
Li Stenbol, Kocaelî, Semsûr, Çewlîk, Nisêbîn, Îzmir, Bedlis û Erziromê çalakî hatin lidarxistin.
STENBOL
Bi banga Platforma Şaxan a KESK'ê bi hezaran karker ji çar aliyan herikîn Qada Beyazitê û çalakî pêk anîn. Girseyên ku di heman demê de li qadên Sîrkecî Gara Trenê û Fakulteya Çapa Tipê li hev kom bûn, meş pêk anîn û pankartên "Ji Ruşvet, talan û nelirêtiyê re na" û "Em peymana firotinê qebûl nakin mafê xwe dixwazin" vekir û dowizên cuda vekirin. Di meşê de siloganên "Diz di meclisê de, kedkar jî li hepsê ne" û "Ji girtiyên KESK'ê re azadî" hatin gotin. Kedkaran li ber avahiya şaxa Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) a Cagalogluyê dowîza "Dizî heye" danîn. Di çalakiyê de nûner û serokên HDP, Ciwanên Kedê, DÎSK, KESK, ODP ESP jî di navde bi hehezaran kedkar heta qada Beyazitê meşiyan. Li vir li ser navê girsê Sekreterê Giştî yê KESK'ê Îsmail Hakki Tombul, axivî û helwesta hikûmetê ya nêzîkatiya li hemberî burçeyê rexne kir
KOCAELİ
Li Kocaeliyê jî Platforma Şaxan a KESK'ê bi heman armancê li pêş Banka Navendî ya Îzmitê kom bûn û heta Parka Mafên Mirovan meşiyan. Di meşê de nûnerên KESK, HDP, BDP, ODP, Malagel û gelek kesên din amade bûn. Meş bi def û zurneyan bi dawî bû.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê bi dowîz, pankart û siloganan li ber Nexweşxaneya dewletê li hev kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê KESK'ê Adnan Ceyhan axivi û helwesta hikûmetê şermezar kir.
SEMSÛR
Hevparên KESK'ê ya Semsûrê li ber avahiya Şaxa Egitim Senê ya Semsûrê kom bûn û heta parka Demokrasiyê meşiyan. Li vir jî heman pankart, dowîz û silogan derketin pêş. Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Semsûrê Omer Kuçuker, daxuyanî da û helwesta hikûmetê şermezar kir.
ÇEWLÎK
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Çewlîkê jî bi heman armancê li ber Quleya Saetê ya Dortyolê çalakî pêk anî. Li vir li ser navê komê Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Çewlîkê Metin Kiliç daxuyanî da.
NISÊBÎN
Hevparên KESK'ê yên Nisêbînê jî bi heman dowîz, silogan û pankartan li ber avahiya şaredariyê li hev kom bûn û heta Parka Barişê meş pêk anîn. Nûnerê Egîtîm Sen'ê yê Nisêbînê Abdullah Gokçe daxuyanî da û daxwazên xwe anîn ziman. Çalakî bi def û zirneyan bi dawî bû.
ÎZMÎR
Endam û rêveberên Hevparên KESK'ê ya Îzmirê jî be heman armancê li Qada Basmaneyê li hev kom bûn û heta Konakê meş pêk anîn. Piştî meşê li ser navê komê Serokê Şaxa BES'ê ya Îzmirê Ramis Saglam, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê jî wekî hikûmeta din li ser rant û diziyê hatiye avakirin.
BEDLÎS
Platfotma Şaxên KESK'ê ya Bedlîsê bi şiyara "Em peymana Firotinê qebûlnaki! Em ji Bûtçeyê mafê xwe dixwazin" çalakiya kar berdanê ya rojek lidarxist û meş kirin. Meşa ku ji avahiya hevparên KESK'ê destpêkir û heta Mizgefta Uluyê berdewan kir de nûnerên Rêxistina BDP'ê ya Bedlîsê, Komaleya Mafê Mirovan(ÎHD) û endamên MEYA-DER'ê piştgirî da çalakiya KESK'ê. Di meşê de kedkaran dirûşmên "Parlementer di hindûrdene, diz li derin" û "Emê bi berxwedanê serbikevin" berz kirin û panqata "Em peymana Firotinê qebûlnaki! Em ji Bûtçeyê mafê xwe dixwazin" hilgirtin. Piştî meşê Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Bedlîsê Savaş Ulku daxûyaniyek kurt da û ked û mafê kedkaran girt dest. Piştî axaftinê Kedkaran bi Erbana yan govend girt.
ÊRZIROM
Li Erziromê bi pêşangiya Şaxa Egîtîm Sen a Êrziromê di derbarê girevê de daxûyanî da. Endamên Çand û Hûner Senê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), BTS û rêveberên Rêxistina BDP'ê ya Êrziromê pişgirî dan daxûyaniyê. Daxûyanî ji aliyê Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Êrziromê Murat Saydin ve hat xwendin. Saydin diyar kir ku daxwaz dahatû ya ku mafê mirovan neyê xwarin, cudahiya olan û tundiya çand û hûnerê tê de tunebe dikin û operasyonên 19'ê Qanûna 2000'î girt dest û wiha got: "Dewlet li cîhê ku kiryarên operasyonê bigre bidarizînin ceza bikin lê xelat da wan. Em li vir carek din bibîrtînin hesabên girtiyên siyasê yên ku hatin qetilkirin nehatî dayîn û bila dewlet di demek kurt de hesab ji berpirsyarên van operasyonan bipirsin."