Pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê ‘Şaristaniya kapîtalîst: Xwedayê bi maske û serdema keyîtiyên veşartî’ ya ku cîlda duyemîn a Manîfestoya Civaka Demokratîk e bi navê Dîe kapîtalîstîsche Zîvîllîsatîon: Ûnmaskîerte Gotter ûnd nackte Konîge li Elmanî hatibû wergerandin.
Cîlda yekemîn a vê pirtûkê di sala 2017’an de li Elmanî hatibû wergerandin. Ocalan di pirtûkê de bi nêrîneke zanistî, prensîbên çandeke îdeolojîk û pergala exlaq a nû pêşkêş dike.
LI 3 WELATAN DANASÎNA PIRTÛKÊ TÊ KIRIN
Pirtûk ji aliyê Reîmar Heîder hatiye wergerandin ê ku rayedarê Înîsîyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re ye û ji aliyê Weşanên Ûnrast pirtûk hatiye çapkirin. Pirtûk li bajarên Elmanya, Swîsre û Avûstûryayê danasîna wê tê kirin. Heta niha li gelek bajaran danasîna pirtûkê hatiye kirin.
Vê hefteyê jî pirtûk wê li bajarên Flensbûrg, Lubeck, Bîelefeld, Dusseldorf û Bochûmê were naskirin.
Di 24’ê Gulanê saet di 19’an de: Flensbûrg, Radio Fratz, Große Straße 4, 24937
Di 25ê Gulanê saet di 19’an de: Lubeck, Café Brazil, Willy-Brandt-Allee 9, 23554
Di 27’ê Gulanê saet di 18’an de: Bîelefeld, Uni Bielefeld, C5-141, Universitätsstr. 25, 33615
Di 28’ê Gulanê saet di 19’an de: Dûsseldorf, FAU Düsseldorf, Voltmerswerther Straße 6, 40221
Di 29’ê Gulanê saet di 18’an de: Bochûm, Ruhr-Universität Bochum, Raum GBCF 04/414