Li 5 bajaran binçavkirin û girtin
Li Enqere, Malatya, Agirî, Edene û Dêrsimê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Li Enqere, Malatya, Agirî, Edene û Dêrsimê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Operasyonên qirkirina siyasî ya rejîma Qesra /AKP'ê ya dijî gelê Kurd û gelên demokratîk didome.
ENQERE
Endamên Platformên Şaxên Enqerê ji bo ku Rewşa Awarte were rakirin û ewlehiya kar ya bi Biryarên di Hûkmê Qanûnan de (BHQ) hatin gitin were betal kirin li cadeya Sakaryayê hatin cem hev.
Polîsan êrîşî çalakgeran kirin û 3'ê Sendîkavan kirin binçavan.
MELETÎ
Li Meletiyê endamên Egîtîm Sen û SES’ê Ozkan Karataş, Erdogan Canpolat, Cengîz Ûgûrlû, Umut Sertaç Okdemîr çalakiya ku bi dirûşmeya “Ez karê xwe dixwazim” destpê kiribûn, di roja 26'emîn de didomînin. Gelek endamên KESK’ê ku piştgirî dan çalakiya li Qada Emeksîzê tê lidarxistin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan herî kêm 30 endamên sendîkayê bi derpkirinê binçav kir.
Endamên KESK’ê yên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Bajar.
AGİRÎ
Li navçeya Bazîd a Agirî ku navenda Stenbol û Riha yê di 23'ê Çileyê de ji aliyê polîsan ve ku operasyona hem wext hatî kirin, Hevserokên Bazîdê Mûrat Ozbay û Delal Tekdemir jî dinav de 14 kes hatibûn binçavkirin. Lêpirsina 7 kesan li midûryeta polîsan temem bû û piştî lêpirsina li cem dozgeriyê bi daxwaza girtinê şandin Dozgeriya Ceza a Sûlhê.
Ji 7 kesan 5 kes bi îdaya 'propaganda kirina rêxistinê' û 'destek û alîkari dayina rêxistinê' hatin girtin. 2 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Alîkara Hevşaredarê Bazîdê Berîn Ozturk, Endama Meclîsa Şaredariyê Gonul Ozturk, Mecbûre Şahîn, Mûsteda Andin û M.Alî Donder hatin girtin û şandin Girtîgeha Agiriyê.
EDENE
Li Edeneyê jî duh ku di derbarê Erbil E. Mûrat S. û Şiyar U. de biryara girtinê hatibû dayîn û hatibûn binçavkirin. Piştî karên li midûryetê sewqî dadgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeya li gel dozger bi sûcê 'endambûna rêxistinê' were girtin şandin dadgeriyê. Dozger Erbil E. da girtin û Mûrat S û Şiyar U, bi şertê kontrola edlî berda.
DÊRSİM
Li Harçik TOKİ ya Dêrsimê, polîsan ser mala Rêveberê berê yê DBP'ê Emîr Alî Genç de girtin û deriyê malê şikandin û lêgerinek dem dirêj li malê dan destpêkirin. Piştî lêgerina di malê de Genç hat binçavkirin û birin midûryeta emniyetê.
Li bajêr beriya 4 rojan di serdegirtina malan de endaman ESP'ê Gamze Daş û Elîf Çelik hatibûn binçavkirin îfadeya wan a li midûryeta polîsan temam bû. Hat diyarkirin ku Daş û Çelik ku di dema xwendevantiyê, bi daxuyaniyên dayîn û axaftinên telefonan hatine sûçdar kirin. Ozgur Kiraza ku li Mereşê hatibû binçavkirin û anîne Dêrsimê tê payîn ku wê di rojê de îfadeya wê were girtin.