Li 4 navendan çalakiyên 10’ê Kanûnê
Bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê li bajarên Mannheîm, Berlîn û Koln ên Elmanyayê û bajarê Înnsbûrg ê Awûstûryayê faşîzma AKP’ê hate protestokirin.
Bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê li bajarên Mannheîm, Berlîn û Koln ên Elmanyayê û bajarê Înnsbûrg ê Awûstûryayê faşîzma AKP’ê hate protestokirin.
BERLÎN
Li paytex Berlîn a Elmanyayê bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê bi meşekê faşîzma AKP’ê û Erdogan hate protestokirin.
HDK-Ewropa, PYD Berlîn, PARTÎZAN, ATIK,NAV-DEM, Meclîsa Jinan a Dest-Dan, Verdî , Interventîonîstîsche Lînk û siyasetmedarên Elman jî di nav de beşdarî meşê bûn. Meş bi dirûşma “Stop Erdogon” ve destpê kir.
Meş bi dirûşma “Qatil Erdogan” ve hata Leîbzîge Platzê dewam kir.
MANNHEIM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyaê li pêşiya HBF’ê mîtînegek hate lidarxistin. Di mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de belavoka HDK’ê hate xwendin.
Piştre jî li ser navê nûnertiya HDK’ê Duzgun Çelîk û li ser navê navenda Civaka Kurd jî Cano Yildiz axaftin kirin.
KOLN
Li bajarê Koln ê Elmanyayê jî bi boneya 10’ê Kanûnê mîtîngek hate lidarxistin.
Mîtîng bi sirûda “Rewşa Awarte, îxlala mafê mirovane, Li Tirkiyeyê Rewşa Awarte rawestînin!Hevalên Elman, piştgirî nedin hikûmeta ku hevkariyê bi Erdogan, AKP’ê û Rewşa Awarte re dike” destpê kir. mîtîng ji aliyê Hevparên HDK-Ewropayê ve hate organîzekirin.
Mîtînga ku li Koln Breslaer Platzê bi rêzgirtinê ve destpê kir. Di mîtîngê de ewilê ji Boroya Aşiyê ya Jinan (CENÎ) Ferîde HAlîtoglû axivî. Piştre jî Berdevka HDK’ê ya Elmayayê Elîf Sonzemacî jî axivî û û bal kişad ser zêdebûna îxlalên mafê mirovan a piştî hewldanan darbeya 15’ê Tîrmehê ya li Tirkiyeyê.Seroka Berê ya Egtîm Senê Sakîne Esen Yilmaz jî axifî.
Di meşê de alên PJAK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wekîlên HDP’ê yên hatine girtin hatin bilindkirin.
Di mîtîngê de hunermend Çetîn Orener derket ser dike.
ÎNNSBÛRCK
Li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê mîtîngek hate lidarxistin. Di pêşengtiya Navend Civak Kurd a Demokratîk de mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de têkildarî wateya rojê sînevîzyonek hate pêşandan. Çalakiya ku nêzî 2 saetan dewam kir ji aliyê derdorve eleqeyke mezin hate nîşandan.