Li 4 navendan ji bo Ocalan li ser lingan bûn

Li paytexta Yewnanistanê Atînayê komek çepgir Kurd ji bo protestokirina DYA ya nêzîkbûna salvegera rejîma faşîst a sala 1973’an, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê û paytexta Belçîka Brûkselê jî ji bo Ocalan û protestokirina biryara DYA li qadan bûn.

Meşa ku ji zanîngeha Holteknîk a Atînayê destpê kir komeke ji tevgera sosyalîst, anarşîst, komên ji partiya Syrîza a ji desthilatê qûtbûyîn û Kurd tevlî bûn.

Kurdên ku heta pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê meşiyan, biryara DYA ya li ser sê rêveberên PKK’ê û KCK’ê jî şermezar kirin. Her wiha Kurdan tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî protestokirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê jî mîtîngek hate kirin. Di mîtînê de biryara DYA ya li ser sê rêveberên PKK’ê û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan hate protestokirin. Di mîtîngê de Hevserokê CDK-F’ê Vedat Bîngol û Berdevka TJK-F Bêrîvan Firat axivîn. Bîngol çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan dayî destpêkirin silav kir û got: “Gelê Kurd dev jî xeta xwe beranade. Bi berxwedanê em li ser lingan mane.

Berdevka TJK-F jî destnîşan kir ku hewldana ku ji ber berjewendiyên jeolojîk ku dixwazin gelê Kurd bikin qurban wê têk biçin û got: “Tevgera Azadiya Kurd hêz xwe ji gelê xwe, ji Rêbertiya xwe, pêşengên xwe û gerîlayên xwe yên qehreman digire.”

BRÛKSEL

Li paytexta Belçîka Brûkselê jî saet 13:00’an li pêşiya Gare Central a gara trenê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de DYA û dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re hatin qîrkirin.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê jî bi heman armancê mîtîng hate kirin. Mîtînga ku li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) li Qada Rathaûsê hate kirin bi sedan kesên ji bajarê Swîsreyê hatibûn jî tevlî bûn.

Di mîtîngê de pankartên bi nivîsên ‘Hûn li dijî gelê Ku ji bo Rojava daxwaza aştî û demokrasiyê dikin, şer dikin’, ‘Rê nedin ku emperyalîzma DYA li ser me rantê bidest bixe’ û ‘Tirkiye hişyar be, cîhaneke bê Ocalan dawiya te ye’ hate vekirin.

Di çalakiyê de belavokên ku nerazîbûnê nîşanî tecrîda giran a li ser Ocalan û biryara DYA’yê dide hate belavkirin. Di dewama çalakiyê de li ser navê saziyên cuda cuda axaftin hatin kirin.