Li 4 bajarên Elmanyê qetilkirina Elçî hat protestokirin

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li bajarên Dortmûnd, Koln, Hambûrg û Wuppertal ên Elmanya hatin protestokirin.

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li bajarên Dortmûnd, Koln û Hambûrg ên Elmanya hatin protestokirin.

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanya qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat protestokirin. Di çalakiya ku dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Qatil Dewlet wê Hesab Bide” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin de li hember qetilkirina Elçî hêrsek mezin hebû.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanya li pêşiya Dêra Dom daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku nûner û endamên Navenda Civaka Kurd, AGÎF, Federasyona Gelên Demokratîk ên Ewropa tevlî bûn de pankart û wêneyên Tahîr Elçî bi bîr tînin hatin rakirin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Kolnê Serokê berê yê ÎHD’ê yê Qersê Parêzer Yaşar Ertaş axaftin kir. Ertaş wiha axivî: “Ji me re dibêjin ku ‘em ê we lînc bikin, bidarizîn bikin, ev jî têrê nekê em ê we qetil bikin!’. Kesên dixwazin serî li me bidin tewandin bila li têkoşîna 30-40 salên dawî ya azadiya Kurd binêrin.”

Piştre li ser navê Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Kolnê daxuyaniyek hevpar hate xwendin. Di daxuyaniya qetilkirina Elçî hat şermezarkirin de wiha hat gotin: “Ji demek dirêj ve Elçî di hedefa Erdogan û hikûmeta AKP’ê de bû. Berî niha bi mehêkê, Erdogan bi sedema  alîgirê PKK’ê ye Elçî derxist pêşiya dadgehê. Tahîr Elçî li dijî polîsên Tirk û hêzên mîlîter dozên bê hejmar vekiribûn.”

Nûnerê Konfederasyona Gelên Demokratîk ên Ewropa jî bi bîr xist ku YE 3 milyar dolar diyarî Erdogan kiriye. Di axaftina ku behse dîktarotiya Erdogan dikir de hate destnîşankirin ku muxalîf an tên girtin an jî tên qetilkirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanya qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û qedexeya PKK’ê ya hê jî li Elmanya di merîyetê de ye hat protestokirin. Di meşa ji Sternschanze hat destpêkirin de daxwaza tavilê serbestberdana girtiyên PKK’yî û ATÎK’î hat kirin.

Di serê korteja meşê de wêneyê Tahîr Elçî hate rakirin, di axaftinan de gotina Tahîr Elçî ya “PKK’e ne rêxistinek terorî ye” hate bi bîr xistin. Bi dirûşmên, “PKK’e gel e, gel li vir e” û “Bijî Serok Apo” gel ber bi girtîgeha Dammtor meşiya, li vir siyasetmedarên Kurd ên girtî Bedrettîn Kavak û Mehmet Demîr hatin silavkirin.

Piştre peyama ku Demîr şandiye hat xwendin. Demîr ê par ji endamtiya PKK’ê hate girtin, di peyama xwe de berxwedana bi heybet a li Kurdistanê silav kir, diyar kir ku ji ber girtî ye nikare bi gelan re li kolanan têbikoşe. Demîr got, ‘Lê em li ku bin bila bibin, pêwîst e em têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî û aştiyê bidomînin” û ji berxwedana Kurdistanê, kesên bi girtiyan re di nav piştevaniyê de ne silav şandin.

Meş bi mîtînga li pêşiya Serkonsolostiya Tirkiyeyê bi dawî bû.

WUPPERTAL

Li Wuppertal jî di pêşengiya DKTM’ê de çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.

Girseya bi dirûşma, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” li ber Cinemaxx kom bû, bi wêneyên Elçî dirûşmên “Qatil Erdogan”, “Em hemû Tahîr Elçî ne”, “Şehîd Namirin”, “Wê qatil hesap bidin” gotin.

Di çalakiya ku hevparên Yekîtiya Hêza Demokratîk piştgirî da, wiha hat gotin: “Dewleta AKP’ê ya sekna bi rûmet a Elçî hezm nekir, ew qetil kir.”

Piştî daxuyaniyê girseyê bi dirûşman dawî li çalakiyê anî.  

...