Li 4 bajaran gelek kes hatin binçavkirin

Li Enqere, Stenbol, Mêrdîn û Şirnexê bi operasyonên qirkirina siyasî gelek kes hatin binçavkirin.

Ber bi Newrozê ve operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP-MHP’ê zêde bûn. Di operasyonên Enqere, Stenbol, Şirnex û Mêrdînê de gelek kes hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de Duygu Erol û Lutfiye Duymak jî hene, ku hevserê wê di jêrzemînên Cizîrê de hatibû kuştin.

ENQERE

Li Enqereyê bi îdîaya 'parvekirên medyaya sosyal û wê tevliheviyê bikin' berê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Nûçegihana Jinnewsê Duygu Erol jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan Rêveberê HDP’ê Sulhattin Değer, Mine Metin, Lokman ê ku paşnavê wî nayê zanîn hatin binçavkirin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Selami Aslan jî bi heman sedemê hate binçavkirin, her wiha diyar bû ku bi ser mala Rêveberê HDP’ê Celal Demir de jî girtine lê ji ber ku ne yî li malê bû nehatiye binçavkirin. Tê gotin kesên ku wê werin binçavkirin dibe ku zêdetir bibin.

STENBOL

Li Stenbolê jî tîmên taybet bi ser malan de girtin, li Kadikkoy, Sancaktepe û Kağithaneyê, li tevahî 8 navçeyan bi ser 19 malan de girtin û 16 kes hatin binçavkirin.

Kesên ku navê wan diyar bûn; Şervan Emeketar, Yakup Özdemişr Cihan Özçelikoğlu.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Li Barmanê ya Stewrê Encûmena Şaredawiya Stewrê Gülbahar Soygıt û Osman Aksyo hatin binçavkirin. Li Mêrdînê jî hê jî bi ser malan de digirin.

ŞIRNEX

Li Şirnex Cizîrê û bajaroka Dêrgulê jî şevê de bi ser gelek malan de girtin. Deriyên malan şikandin û wiha ketin hundir. Bi ser mala Mahmut Duymak de girtin, ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibû kuştin, hevjîna Duymak Lütfiye û kurê wê li erdê dirêj kirin û wiha li malê geriyan. Piştî 2 saetan lêgerînê dom kir Duymak bi hinceta ku wê ‘îfadeya wê were standin’ hate binçavkirin.

Li Dêrgulê jî hevserokê HDP’ê Meryem Akyürt û Ekrem Güler hatin binçavkirin. Duymak birin Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê û rêveberên HDP’ê jî birin Midûriyeta Eminiyetê ya Bajêr a Şirnexê.