Li 4 bajaran bi kêmanî 20 kes hatin binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî de li Edene, Hatay, Şirnex û Meletiyê bi kêmanî 20 kes hatin binçavkirin.

Li hêlekê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê didomin, li hêla dî jî li ser Kurdan û muxalefeta ku nekarî wan radest bigirin operasyonan qirkirina siyasî didomîne.

EDENE

Bi çarçoweya qirkirina siyasî vê sibehê li Edenyê 9 kes hatin binçavkirin. Diyar bû ku kesên ku hatine binçavkirin bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hatine binçavkirin.

HETAY

Li Hetayê, li navçeyên Erzîn û Dortyolê jî îro 5 kes, ku di nav wan de endamên HDP’ê jî hene, bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hatin binçavkirin.

MELETÎ

Li Meletî jî Hevserokê Şûbeya ÎHD’ê Mehmet Tuncel, Hevserokê Berê yê HDP’ê yê Navçeya Akçadagê Bulent Karataş, delgeya KCD’ê Bîrgûl Dagdelen hatin binçavkirin.

ŞIRNEX

Lİ Şirnexê Gundikê Melê jî Hevserokê Bajarokê HDP’ê Şehmûs Sîdar hate binçavkirin. Her wiha Hevserokê DBP’ê Sadûn Sezer jî hate binçavkirin.