Li 3 taxên Farqînê qedexeya derketina derve

Li taxên Tekel, Konak û Mescît ên Farqînê, derketina derve hat qedexekirin.

Li navçeya Amed Farqînê, piştî pevçûnên bi êrîşa li taxa Mescît a li hemberî polîsan destpê kir re, li taxên Tekel, Mescît û Konakê derketina derve hat qedexekirin. Tevî ku Walîtiyê ti daxuyanî nedaye jî ji saet 10:10 û pê ve ji wesayîtên zirxî û mizgeftan ve qedexeya derketina derve ji aliyê polîsan ve hat ragihandin.

Piştî ragihandina qedexeyê, gelek wesayîtên zirxî berê xwe dan taxa Konakê.

Li taxên Camî û Selahattîn, tevî ku qedexeya derketina derve lê nîne, balkêş e polîs bi wesayîtên zirxî digerin û ji her kesî re dibêjin 'bikevin mala xwe'.