Li 3 navendan aktivîteyên Roja Kobanê ya Cîhanê
Aktivîteyê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê îro di saetên şevê de destpê kirin.
Aktivîteyê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê îro di saetên şevê de destpê kirin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin
Pîrozbahiya ku NCKD-Dûîsbûrgê û PYD’yê hevpar hate lidarxistin 300 kes tevlî bûn.
Di pîrozbahiya piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê PYD’ê Çîçke Qamişlo, li ser navê NCKD-Dûîsbûrgê Hevserok Şahîn Çelebî û nûnerên MLKP’ê û MLKPD axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde koma muzîkê ya navenda çandê derket ser dikê, helbest xwendin.
Di pîrozbahiya Koma Rizar Bişar, Hozan Alan, Hunermend Mudtafs Hogir, Hozan Titale Feyzo û Hozan Mikaîl Feyzo derketin ser dikê de, dirûşmên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “ Bijî YPG/YPJ”,”Bijî Serok Apo” , “Bijî Yekîtiya Gelan” û “ Bijî Şoreşa Rojava” hatin qîrkirin.
Pîrozbahî bi banga tevlîbûnê ya ji bo meşa 4’ê Mijdarê bi dawî bû.
BRUKSEL
Li paytext Brûksel a Belçîkayê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê aktivîteyek hate lidarxistin. Pîrozbahiya li Komeleya Çanda Kurd a Brukselê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.
Di pîrozbahiya ji aliyê HDK, PYD û NAV-Bel’ê ve hate organîzekirin de, Berdevka HDP’ê Sakîne Demîr axivî û diyar kir ku hişmendiya faşîzmê li Kobanê hate parçekirin. Demîr destnîşan kir ku ruhê Kobanê gel kir yek beden.”
Li ser navê PYD’ê jî Koçer Hesen acivî û diyar kir ku li ser xaka Rojava destanên berxwedanê hatin avakirin.
Bal hate kişandin ku têkoşîna Arîn Mîrkan a di kesayeta DAIŞ’ê de li dijî hişmendiya mêr kir, îro di azadiya jinê ya cîhanê de bûye sembol.
Belçîkayiyên tevlî pîrozbahiyê bibûn, wê bi ruhê Kobanê piştgiriya xwe bidomînin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê ve bi dawî bû.
ATÎNA
Li bajarê Atîna yê Yewnanîstanê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê panelek hate lidarxistin.Panela ku li Salona Konseya Çapemeniyê hate lidarxistin akademîsyenên Yewnan Sotorîs Rûssos, Yorgos Anastasapûlos û rojnamevan-nivîskar Stavros Lîgeros weke axaftvan tevlî bûn.
Di panelê de bal hate kişandin ser sîstema demokratîk a bi berxwedana Kobanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di kesayeta Rojava û Rojhilata Navîn de derxist holê.