Li 3 navçe û bajarokekê hilbijartin hate nûkirin

Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li bajarokê Kesmetepe yê navçeya Besnî ya Semsûrê, navçeya Keskin a Kirikkale, navçeya Yûsûfelî ya Artvîn û navçeya Honaz a Denîzliyê hilbijartina 31’ê betal kiribû, îro hilbijartin hate nûkirin û dengdayîn bi dawî bû.

Li bajarokê Kesmetepe yê navçeya Besnî ya Semsûrê, navçeya Keskîn a Kirikkale, navçeya Yûsûfelî ya Artvîn û navçeya Honaz a Denîzliyê ku YSK’ê biryara jinûve hilbijartinê dabû, dengdayîn îro bi dawî bû.

YSK’ê 31’ê Adarê Hilbijartina Rêveberiya Herêmî betal kiribû û biryar dabû ku di 2’ê Hezîranê de hilbijartin were kirin. Ji derveyî sindoqên girtîgehê li navçeya Honazê 21 hezar û 810 hilbijêr li 76 sindoqan, li navçeya Yûsûfelî 5 hezar û 219 hilbijêr li 20 sindoqan, li Keskînê 6 hezar û 396 hilbijêr li 24 sindoqan, li bajarokê Kesmetepe yê navçeya Besnî ya Semsûrê hezar û 205 hilbijêr li 7 sindoqan deng hatin dayîn.

Dengdayîn saet di 17:00’an de bi dawî bû.

Li Stenbolê ku hilbijartina Serokê Şaredariya Mezin ji aliyê YSK’ê ve hatibû betalkirin, wê 23’ê Hezîranê, li bajarokê Demîrcî yê navçeya Gulagaç a Aksarayê, li bajarokê Suvarlî yê navçeya Besnî ya Semsûrê wê hilbijartin di 4’ê Tebaxê de were kirin.